Ji Serhildanên 6-7’ê Cotmehê ber bi gerîlatiyê ve

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku ruhê şoreşa li Kobanê tê jiyîn sabote bike piştgirî da DAIŞ’ê û li ser vê yekê serhildanên 6-7’ê Cotmehê pêk hatin. Piştî van serhildanan gelek ciwan tevlî PKK’ê dibin.

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku ruhê şoreşa li Kobanê tê jiyîn sabote bike piştgirî da DAIŞ’ê û li ser vê yekê serhildanên 6-7’ê Cotmehê pêk hatin û bi vê re gelek ciwan tevlî PKK’ê dibin.

Ji aliyên tevlîbûna nav Tevgera Azadiya Kurd didomin. Bi taybet jî bi berxwedana Kobanê re ji gelek aliyan  ji nasnameyên cuda ciwan, diyar dikin ku lêgerîna azadiyê çiyan e.  Yek ji van ciwanan Ozgur Dayan bi nasnav Rojhat Alî ye.  Dayan piştî serhildanên 6-7’ê Cotmehê tevlî gerîlan bûye û der barê tevlîbûna xwe de ji ajansa me re axivî.

MIN BI ÇEPA TIRK RE PKK NAS KIR

Ozgur Dayan di 1995’an de li navçeya Bakirkoy a Stenbolê hatiye dinê û sedema tevlîbûna xwe ya PKK’ê wiha vedibêje: “Min bi çepa Tirk re PKK nas kir. Min demeke dirêj xebatên legal meşand. Di nava demê de min dît ku çepa Tirk li xwe girtiye. Mîn ferq kir ku çepa Tirk li şûna çareseriyê bîne, ji civakê re dibe pirsgirêk.  Ji ber vê yekê ez tevlî xebatên ciwanan ên PKK’ê bûm.”

BI SERHILDANÊN 6-7’Ê COTMEHÊ BIRYARA MIN GUHERÎ

Rojhat Alî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di xebatên ciwanan de bi serhildanên 6-7’ê Cotmehê re tevlî gelek çalakiyan bûye û got: “Beriya serhildanan  jî ez tevlî gelek çalakiyan bûm. Ji ber tevlî çalakiyan bûm gelek doz li min hatin vekirin. Piştî ez tevlî serhildanên 6-7’ê Cotmehê bûm min biryara tevlîbûnê da.  Ez di 9’ê Cotmehê de tevlî gerîla bûm.”

EZ JÊ BI BANDOR BÛM

Alî da zanîn ku tişta herî zêde bandor li ser wî kiriye civakîbûna gerîla bûye û got ku civakîbûna di pergalê de tine li herêmên gerîla hene û wiha berdewam kir:

“Gelek tiştên bi tevgerên din re tine ne, bi PKK’ê re hene.  Li vir nasname, çîn, ola te çi dibe bila bibe newekhevî nayê kirin. Ligel şert û mercên zehmet ên çiyayan, ez gelek kêfxweşim ku li vir im. 

Li vir şert û mercên jiyanê zehmet in. Lê mirov zorê nebînin bi ser nakevin. Ji ber ku şer parçeyekî vir e, qadek jiyanê ye.”

LI DIJÎ ZILM Û KAPÎTALÎZMÊ PKK

Rojhat di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hemû ciwanên Tirk, Kurd û yên din tevlî PKK’ê bibin û got: “Ez wek Tirkekî, bang dikim ku ji bo em li dijî vê zilmê bibin deng, divê em di nava PKK’ê de cihê xwe bigirin. Li dijî kapîtalîzm û zîhniyeta faşîzan a dagirker divê ciwan tevlî refên azadiyê bibin.”