Saîme Afşîn a ku di şereke li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de birîndar bibû û ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi hovane hatibû êşkence kirin û dîmenên wê di torên civakî de hatibû parvekirin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê şandin Girtîgeha Tîpa T. Li girtîgehê gardiyanan êrîşî Afşîn kir û ji lingê xwe yê birîndar ji 2 cihan hate kêrkirin.
BAVÊ AFŞÎN: DIVÊ BI LEZGÎN HINEK BIÇIN ZIYARET BIKIN!
Bav Îhsan Afşîn bi rêya telefonê bi keça xwe re axiviye û diyar kir ku rewşa keça wê pir xirabe û banga alîkariya lezgîn kir.
Bav Afşîn ev tişt got: “Rewşa keça min pir xirabe, ji xwe min ji dengê wê hîskir û ku rewşa wê pir metirsîdare. Bê ku agahiyê bidin ji girtîgehê sewqî girtîgeheke din kirine. Keça min tenê tiştek ji min xwest ku divê parêzer yan jî hinek din bi lezgîn biçin wê bibînin. Ez jî nizamim çi bikim, ji beriya niha bi dehan car hatiye êşkencekirin. Ez di nava fikaran de me ku niha rewşa wê hê xirabtir bûbe.”
Bav Îhsan Afşîn, destnîşan kir ku dive rêxistinên mafê mirovan û parêzer bi lezgîn alîkariyê bidin wan.