Ji Reqayê heta Bab û Helebê rewşa Bakurê Sûriyeyê

Tevî hevalê xwe yê rojnamevan Dogan Çetîn em rêyekê dibînin û derbasî Rojava dibin. Rojava û Bakurê Sûriyeyê gelekî bi tevger e.

Di vê demê, ku Tirkiye hewl dide di ser Ezaz û Cerablûsê re Babê dagir bike, li Helebê şerekî dijwar diqewime û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi operasyona Xezeba Firatê re berê xwe daye Reqayê. Her bûyera diqewime, bala me dikişîne.

JI REQAYÊ HETA BAB Û HELEBÊ REWŞA BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Ya ku di destpêkê de bala me dikişîne, deriyên sînor ên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Mixabin deriyên sînor li Kurdên Rojava girtî ne. Rêveberiya PDK'ê 'destûrê nade' mirov derbasî Rojava bibin. Bi taybetî destûrê nade rojnamevanan. Lê belê ev der Kurdistan e û gelek mirovên baş hene ku dikarin rêyeke rast bibînin û rêbertiyê bikin. Em jî bi rêbertiya mirovên baş ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Ji sînorê Başûrê Kurdistanê heta rojavayê Minbicê, qadek ji 550 kîlometreyî di kontrola hêzên YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye. Em li vê herêma ji sedan kîlometreyî geriyan û hema bêjin, çûn hemû bajaran. Beriya her tiştî, ji aliyê ewlekariyê ve Rojava bi rastî jî modelek e. Li dijî hemû êrîşan, sîstemeke bêhempa hatiye avakirin. Ji hemû beşên civakê mirov li bendên Asayîşê erkdar in. Di vî warî de, di navbera saziyan de hevkariyek heye. Her tişt di nava sîstemekê de ye.

GEFA HERÎ MEZIN A LI ROJAVA: DEWLETA TIRK

Modela li ser bingah civakî ya li Rojava, gav bi gav dibe sîstem. Di vî warî de hin pirsgirêk û kêmasî hene. Lê belê ji bo çareserkirinê gelek hewldan tên kirin. Rewşa girtî ya deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ambargoya hatiye danîn, li pêşiya tedarikkirina pêdiviyên zarûrî, astengiyên girîng in. Lê belê vê dorpêçiyê di heman demê de afirînerî jî derxistiye holê û ji bo tedarikkirina pêdiviyan, di her mijarê de hilberîn heye.

Beriya niha bi demekê, DAIŞ weke gefa herî mezin a li Rojava dihat nîşandan. Piştî ku Minbic hate rizgarkirin û operasyona Reqayê dest pê kir, DAIŞ êdî ne gefa sereke ye. Belê DAIŞ hê jî xetere ye, lê belê xeteriyeke hatiye têkbirin e. Rayedarên Rojavayî, serketina Kobanê weke destpêka vê têkbirinê pênase dikin.

Dema em dipirsin, bê hêza herî zêde gefê li Rojava dixwe kîjan e? Bêteredût bersiva: dewleta Tirk tê dayîn. Ev polîtîkaya dijminatiyê ji Rojava nehatiye. Weke tercîheke Tirkiyeyê derketiye holê.

Rojavayî dibêjin, ev gef bi awayên siyasî, leşkerî û dîplomatîk dewam dikin. Piştî Cerablûsê, gefên li Bab û Minbicê tê xwarin, gelekî cidî dibînin û biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan didin.

Her wiha dibêjin, rayedarên Tirk li dijî Rojava dîplomasiyê dimeşînin û gelek dewlet û hêzên navneteweyî ji ber helwesta Tirkyeyê nikarin bi rengekî vekirî têkiliyên bi Rojava re deynin.

WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE TÊKÇÛN

Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Cerablûsê, li bakurrojhilatê Minbicê di navbera Tirkiyeyê û hêzên Rojavayî de şer derketibû. Dûre DYA ketibû navberê û di encamê de agirbest hatibû ragihandin. Ev agirbest di dewrê de ye. Lê belê rayedarên Tirk didin xuyakirin, ku piştî Babê ew ê êrîşî Minbicê bikin. Rayedarên Rojavayî jî diyar dikin, ku Tirk plan dikin êrîşî Bab, Minbic, Efrîn û Til Ebyadê bikin. Destnîşan dikin, ku eger Tirkiye bikeve nava Bab û Minbicê wê li rojava êrîşî Efrînê, li rojhilat jî êrîşî Til Ebyadê bikin.

Rayedarên ku em pê re axivîn anîn ziman, ku niyeteke bi vî rengî ya Tirkan heye, lê ev zehmet e. Destnîşan dikin, ku hewldaneke bi vî rengî wê ji bo Tirkiyeyê bibe têkçûn. Tê gotin, rayedrên DYA'yî ji aliyan re ragihandine ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk nekevin nava Babê, Tirk jî êrîşî Minbicê nekin.

MINBIC

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beriya niha gelek caran dabû xuyakirin, ku ew ê li dijî êrîşa Tirkan şer bikin. Mirovên vî bajarî, ji derxistina DAIŞ'ê ya ji bajêr gelekî kêfxweş in. Tevî şerê giran jî, li Minbicê zêdeyî 200 hezar mirov dijîn. Meclîsên Gel ava dibin. Kurd, Ereb, Tirkmen her kes tevlî rêveberiya van meclîsan dibin.

Di navbera Kantona Efrînê ku herêma herî rojava ya Rojavayê Kurdistanê ye û bajarokê Arîma ku li rojavayê Minbicê ye û di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, hema bêjin herêmeke ji 20 kîlometreyî ma ye. Temamiya vê herêmê, yanî bakurê Babê ji gundên Kurdan pêk tê û di rewşa heyî de ji aliyê leşkerên Tirk û Artêşa Azad ve hatiye dagirkirin. Eger zextên siyasî nebin, ti sedemeke leşkerî nîne ku ev herêm ji Artêşa Azad bê paqijkirin.

Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rayedarên siyasî yên li herêmê ji me re axivîn, bûyer û qewimînên li herêmê ji nêz ve dişopînin. Bi hêzên derve re têkiliyê datînin. Hevsengiyên siyasî di her kêliyê de dikarin bên guhertin. Dibêjin; planeke wan ji bo Bab, Minbic û Bakurê Sûriyeyê heye, hêzên Tirk li vê derê di nava çiravekê de çikiyane, li pey 'serketinên' demkî ne, divê mirov bi sebir bin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê bi ser bikevin.

GELÊ ROJAVA BI HÊVÎ YE

Tevî şer û êrîşên giran ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî, gel gelekî bi hêvî ye. Gelekî ji xwe bawer e. Heyranê hêzên YPG/YPJ'ê ye. Bi taybetî li gund û bajarên Ereb ên hatine rizgarkirin, gelek jin û mêr tevlî nava refên şervanan dibin. Tê gotin, bi qasî ciwanên Kurd, jin û ciwanên Ereb tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûne.

REQA WÊ QONAXA DAWÎ BE

Li Rojava rêxistinbûna civakî qewîn dibe. Tedbîrên leşkerî û ewlekariyê hatine xurtkirin. Herêmek ku sê caran li Lubnanê ye, hatiye azadkirin. Lê belê nediyariya siyasî heye. Ev rewş nediyar jî wê bi siberoja Sûriyeyê diyar bibe. Otorîteyên siyasî yên li vir dibêjin, siberoja siyasî ya Sûriyeyê wê bi azadkirina Reqayê re li ser masê bê nirxandin û asta fînalê ya ji bo Rojava jî wê li vir rû bide. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rojava, ji ber ku vê pêngavê dimeşînin, wê li dora vê maseyê gelekî xurt bin.

SIBE: ŞENGAL