Ji Qeyûmê Wanê tayîna sosret

Waliyê Wanê Taşyapan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re nivîsek şand û bi hinceta ku têkîliyên xwe bi FETO heye xwest ku Mehmet Yaşar ji wezîfeyê bê kirin. Taşyapan, piştî ku wek qeyûm hat tayînkirin jî ew anî ser wezîfeya Sekreteriya Giştî.

Di nivîsê de ku Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Xwecih a Wezareta Karên Hundir ji Walîtiya Wanê re şand, lîsteya nav a ku hesabên wan li Banka Asya Katilim hene û pere bexşî Komaleya Kîmse Yok mu kirine hat şandin û hat xwestin ku ev kes ji wezîfeyê bên kirin.

JI WALÎTIYÊ JI BO ŞAREDARIYÊ NIVÎS

Li ser nivîsa Wezareta Karên Hundir Walîtiya Wanê ket nav tevgerê, bi îmzeya Buroya Rewşa Awarte Walî Îbrahîm Taşyapan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re nivîs şand, bi hinceta ku têkîliyên wan bi FETO re hene xwest ku 14 kes ji wezîfeyê bên kirin. Di nivîsa walîtiyê de hat gotin ku ev kesan xwedî hesabên Banka Asya Katilim in û pere bexşî Komaleya Kîmse Yok mu kirine û hat gotin ku ev kesan li gor Kanûna Memûrên Dewletê ya nimro 657 sûc kirine.

Piştî nivîsê têkîldarî mijarê xebat hatin destpêkirin. Dema Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya hat girtin li şûna wî Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan wek qeyûm hatibû wezîfedarkirin.

SOSRETÎ

Taşyapan ê ji hêla Wezareta Karên Hundir 25’ê Mijdarê wek qeyûm hat erkdarkirin, vê hefteyê bi îmzeya xwe ve xwestibû yek ji personelên şaredariyê Mehmet Yaşar ê DBP’î ji wezîfeyê bê girtin. Dûvre ew wek Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin tayîn kir û mohra xwe li sosretiyekê da.