Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniya bi boneya “Meha Şehîdan” gulanê daye de diyar kir ku dê meşa gel û tevgera bi awayeke hêjayê şehîdan di her şert û mercan de berdewam bike û got; “Tu hêzek nikare xwe li ber berxwedana gelê me ya li çiyayan, zîdanan, bajaran, bajarokan, sirgunê û li her devera ku lê dimeşîne, bigire.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya Meha Şehîdan daxuyaniyek di malpera (www.pkkonline.com) de weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meha Gulanê di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî ciheh taybet û wiha hat gotin; “Meha Gulanê bi berxwedan, qehremantî û diyarîkirinê hatiye tacîdarkirin, ji bo gelê me meha jihevcûdakirina jiyan û mirin, azadî û koletiyê ye, û meha zelalkirina pîvanan e.”
PKK’ê got; “Di meha gulanê de 18’ê gulanê roja şehadeta kadroyên pêşeng ên gelê me Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran û Îbrahîm Kaypakyaya ye” û wi domand; “Di vê roja watedar de, em li ber vê rastiya herî mezin a jiyanê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, em careke din soza xwe nû dikin ku em ê berxwedana azadiyê ya ku wan daye destpêkirin, mezin kiriye, bigihînin serkefitnê.”
PKK’ê got; “Partiya me li ser esasê bîranîna şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst Hakî Karer hat avakirin û di berxwedana xwe ya sih û pênç salan de bûye meşek mezin a azadiyê. Şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer, pirta dilsoziya di navbera jiyan û şehadetê ya di nava gelê me de ava kiriye, di dîroka me de zîndana Amedê de Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyık, Mahmut Zengin ên ku weke Çaran tên nasîn, agir berdane xiyanet û telsîmyetê, tevlî meşa azadiyê ya PKK’ê bûne. Di rêça van şehîdên me yên mezin de bi hezaran milîtanên jin û mêr ên PKK’ê di meha gulanê de ketine nava axê û li bîranîna wan xwedî derketine, di meha gulana bi rûmet de, ji her çar parçeyên Kurdistanê tevil bûne û bûne bingeha yekitiya neteweyî û rêgezên jiyan, berxwedan û azadiya partiya me kirine malê gelê me.”
PKK’ê di daxuyaniya “Meha Şehîdan” gulanê daye de diyar kir ku dê meşa gel û tevgera bi awayeke hêjayê şehîdan di her şert û mercan de berdewam bike û got; “Tu hêzek nikare xwe li ber berxwedana gelê me ya li çiyayan, zîdanan, bajaran, bajarokan, sirgunê û li her devera ku lê dimeşîne, bigire.”
PKK’ê got; “Partiya me ya ku partiya şehîdan awa girtiye, dibêje, dê teqez bi hêza ku ji Rêbertî û şehîdan wergirtiye, qezenç bike û em di şexsê şehîdên 18’ê Gulanê de soza xwe ya ji bo dilsoziya bi şehîdên xwe re û ji bo serkeftinê careke din nû dikin.”