‘Ji Ocalan re azadî, ji bo Ocalan ewlekarî, ji darbeyan re barîkat’

Şandeya Imraliyê: Îro tekane tişta ku were gotin ev e: ‘Ji Ocalan re azadî, ji bo Ocalan ewlekarî û ji darbeyan re barîkat’

Şandeya Imraliyê têkildarî rewşa Ocalan û geşedanên heyî daxuyanî da. Endamê Şandeyê Sirri Sureyya Onder, têkiliyên ku di pêvajoya çareseriyê de bi dewletê re kirî wekî, ‘’xafilî, derbider û bêbertekî’’ nirxand û got, ‘’ Îro tekane tişta ku were gotin ev e, ‘Ji Ocalan re azadî, ji bo Ocalan ewlekarî û ji darbeyan re barîkat’ Li cihê niha, dewleta ku bi darbeyê re muxatab bûye heman xafiliyê dike. Em têkildarî tenduristî û ewlekariya Ocalan  ti agahiyê nastînin.’’ Şandeyê bang li CPT, NY û raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî tecrîda her ku diçe girantir dibe a li ser Ocalan dengê xwe derxînin.

Şandeya Imraliyê têkildarî fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê standin, li bînahiya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, parlamenterê Enqerê yê HDP’ê Sirrî Sureyya Onder, Serekwekîlê Meclîsê yê HDP’ê Pervîn Buldan û Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Baluken û endama KJA’yê Ceylan Bagrîyanîk tevlî civînê bûn.

XAFILÎ, DERBEDERÎ Û BÊBERTEKÎ

Di daxuyaniya Şandeya Imraliyê de bal hate kişandin li ser van hêmanan:

‘’Weke Şandeya Imraliyê ji destpêka qonaxa muzakereyê heya bi 5’ê Nîsanê 2 sal û nîv derbas bûn. Di vê pêvajoyê de me tim hewl da ku raya giştî agahdar bikin. Piştî 5’ê Nîsanê jî me weke şandeyê tim kêferat kir ku em teşhîrê bikin. Me tim hewl da ku mekanîka darbeyê û hişyariyên diyarîbûna vê  ya Birêz Ocalan tim rojane kir û veguhast. Hişyariyên me yên li ser dahurîna herî girîng a sedsala 21’ê ya Birêz Ocalan, ‘mekanîka darbeyê’ fêhm nekirin. Dema ku mirov li dîroka darbeyan a li vî welatî dinere mekanîka darbeyê ku Ocalan jî têgînî kiriye ti caran şûna xwe ji demokrasiyê re nehiştiye. Di darbeya 12’ê Îlonê de YOK û MGK’ê xwe li ser vê sîsika dewletê bi sazî kir. Bêyî ku pêdivî pê bibînin ku darbeya fiîlî bikin di hemû saziyên dewletê de bi cih bûn. Vê carcaran çepgir, kedkar, her demê Kurd, car caran Elewî ji xwe re kirine dijmin û pê xwestin ku dewletê bi rê ve bibin. Mekanîka darbeyê jî ev pevçûn, taloke kirine hêncet, bi pêkanîna qadên hegemonîk hebûna xwe didomîne.

Birêz Ocalan bi van hişyariyan jî nemaye û yekem kes e ku ‘’rêxistiniya dewleta paralel û cemaetê’’ destnîşan kiriye. Di pêvajoya çareseriyê de çi dema ku gaveke mayinde hatiye avêtin hin dînamîkan provakasyon pêk anîne. Ocalan hişyariyên dîrokî dan. Em weke şandeya ku bi dewletê re hevdîtin kirî, wê pêvajoyê weke xafilî, derbirderî û bêbertekî fêhm dikin. Piştî darbeyê divê encameke wiha ku hikûmetê û dewletê paqij derxîne dernekeve holê. Li hemberî gotina hemû komkujiyên li Roboskî û herêmê ‘’kare cemaetê ye’’ ku me hişyariyên hewce nekirina, wê xwedî wateyekê bûna. Lê ev hişyarî hatibûn dayin. Ji bo vê jî hikûmet nikare ji vê berpirsyariyê bireve. Zelal e ku geşedanên siyasî ji Ocalan serbixwe nikare were nirxandin. Ji vê rev nîn e.

 ‘EM DER BARÊ TENDIRUSTÎ Û EWLEKARIYA OCALAN TI AGAHIYÊ NASTÎNIN’

Tişta ku dewletê û zanyaran nedîtî gelê me dît. Beriya bi 3 salan jî gelê me bi kampanyaya ‘ji tecrîdê re êdî bes e!’ ketibû nav berxwedanê. Tecrîd hate rakirin û pêvajoya muzakereyê dest pê kir. Bi xafiliya hikûmetê dîsa ketin heman rêyê.

Îro tekane tişta ku were gotin ev e: ‘Ji Ocalan re azadî, ji bo Ocalan ewlekarî, ji darbeyan re barîkat’’ Sedema wê jî ev e ku hemû mekanîka darbeyê bi rastiya Kurdan û tiştên ku têne jiyîn re têkildar e. Îro jî li cihê ku em hatinê, dewleta ku bi darbeyê re muxatab e di heman xafiliyê de ye. Em ji tenduristî û ewlekariya Ocalan ne agahdar in. Ev zagon bi tecrîd û Rewşa Awarte re bêhtir giran bûye. Em weke Şandeya Imraliyê dema ku darbe pêk hat, em bi rayedarên dewletê re ketin têkiliyê. Me ev jî bi raya giştî re par ve kir. Kêlî beriya kêliyekê divê zemîn were çêkirin ku bi parêzer û şandeyan re hevdîtin pêk were. Dema ku mirov li rewşa Serekerkan, Serokkomar, Serokwezîr a di dema hewldana darbeyê de dinere, di demeke wiha de ku nikaribin ewlekariya xwe biparêzin, gotinên ‘’ewlekariya Ocalan ne di talokeyê de ye’ pûç û vala ye.

‘SEBRA GELÊ ME NEMAYE KU BISEKINE’

Dema ku mirov li pêvajoyên şer dinere, bêyî ku bi rabirduriyê mirov hevrû bibe, mirov nikare bi darbeyê re hesabê xwe bibîne. Plangerên sereke yên darbeyê sepanînerên şerê li dar e. Li vî welatî heke hûn ê bi darbe û darbekeran re hesabê xwe bibînin, heke bir ola şer mirov dest pê neke, mirov wê di nav şaşîtiyekê de be. Tenê heya darbeyeke dî wê hatibe taloqkirin. Fatoreya vê gelê me dide. Tê dîtin ku her darbe ji ya beriya xwe bêhtir xwînê dide rijandin. Weke Şandeya Imraliyê her roj me ev hişyarî dan û em ê bidin jî. Lê êdî sebra gelê me nemaye ku bisekine. Nobeta ji bo Birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Em dibêjin, em destekê didine vê nobetê ku ji hêla gelê me ve hatiye destpêkirin. Em hevbîr in ku çalakiya demokratîk a herî lezgîn e. Divê mirov heqîqî nêzî meselê bibe û dawî li şerê li dijî Kurdan were.

EM BANGA BIHISTYARIYÊ LI CPT’YÊ Û  LI NY’YÊ DIKIN

Ji niha û şûn de me weke Şandeya Imraliyê em bang li CPT, NY û hêzên navnetewî dikin ku li ser tecrîda her ku diçe girantir dibe a li ser Ocalan bihistyar bin. Dema ku ev toz û tirabêka darbeyê belav bû em dizanin ku zimanê nebaş ê li dijî Kurdan wê dîsa aktîf bibe. Em dizanin ku ev ê ti sûdê neyîne. Em bang dikin ku dawî li êrîşên li dijî rêveberan bînin. Em dixwazin dev ji girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê, şerok şaredaran û hijbijartiyan bînin. Ev polîtîkayên zext û zordariyê li Meclîsê bêyî ku pêdivî bi lêkolîna dîrokzanan bibînin, destlênedana hilbijartiyan rakirin. Destlênedaneke bê sînor dane leşkeran. Piştre jî darbe hat.

EM BANGA SEFERBERIYÊ LI GELÊ XWE DIKIN

15’ê Tîrmehê balafir di ser metropolan re firiyan. Ev balafir û tang hema bibêje ev salek e bajarên Kurdan bombe dikirin û komkujî dikirin. Em careke dî jî bang dikin. Ji bo ku em şertên darbeyê ji holê rakin, em qadên demokratîk zêde bikin. Ji bo vê jî em banga seferberiyê li gelê xwe dikin. Ji darbeyê re barîkat, divê şertên Ocalan werin dîtn û şerê li dijî Kurdan divê bidawî bibe.’’

Rojnamevanan ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Baluken pirsî bê ka ew ê ji bo Neteweyên Yekbûyî wê çi bikin? Baluken got,’’ Ev pêvajo di ser komîsyona me ya karê derve re dimeşe. Şandeya Imraliyê di rojên pêş de wê bi van şandeyan re hevdîtinan bike. Ji bo agahdarkirina van saziyên netewî û ji bo ku ew jî bikevin nav tevgerê em ê hewl bidin.’’