Ji Nisêbînê sirûdên berxwedanê bilind dibin
Li Nisêbînê ya ku şerên dijwar lê diqewimin, taxên berxwedanê tên bomberdûmankirin. Li dijî sirûda Mehterê ya çeteyên Qesrê, li taxên berxwedanê dengê sirûdên Kurdan bilind dibin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên qirkirinê di roja 53. de dewam dikin. Bi bomberdûmana hewan û obusan ve gelek kargeh û mal hatine hilweşandin. Bi êrîşên topan ên ku ji wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya kevin û sînorên Nisêbîn- Qamişlo hatine bicihkirin pêk tên, taxan wêran dikin. Bi dengên sirûdên Mehterê ve li navçeyê dixwazin ku tirsê bixin nav taxên berxwedanê. Çeteyên Qesrê bi sirûdên Mehterê êrîş dikin, li taxên berxwedanê jî dengên sirûdên Kurdan bilind dibin.
Li aliyê din li navçeyê sewqiyata leşkerî destpê kir. Bi dehan wesayîtên zirxî li ser rêya Cûmhûriyetê ketin navenda navçeyê, taxên berxwedanê dorpêç kirin. Ji taxên ku bi dijwarî tên bomberdûmankirin dûman bilind dibin.