Ji NAV-DEM'ê bang: Em êdî biçin ser sindoqan

NAV-DEM'ê bang li hilbijêrên li derveyî welat dijîn ên ku heta niha neçûne ser sindoqan kir, ku dawî li vê xemsariyê bînin û êdî biçin ser sindoqan.

NAV-DEM'ê bang li hilbijêrên li derveyî welat dijîn ên ku heta niha neçûne ser sindoqan kir, ku dawî li vê xemsariyê bînin û êdî biçin ser sindoqan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan.

'NEÇÛNA SER SINDOQAN, PÊŞÎVEKIRINA LI ŞERXWAZAN E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku her çend di sê rojên dawî de tevlîbûn li dengdayînê hatiye kirin jî di nava 12 rojên bihurî de li gelemperiya Elmanyayê asta tevlîbûnê gelekî kêm e. 

NAV-DEM'ê got, "Girîng e hilbijêrên me yên HDP'yî dawî li vê xemsarî û sistahiyê bînin, heta dawiya vê hefteyê biçin ser sindoqan û hesap ji qetlîamkerên alîgirê şer bipirsin."

NAV-DEM'ê bibîr xist, ku terora dewletê ya li hemberî hêzên demokrasiyê bênavber dewam dike û destnîşan kir, ku ji bo hesabê komkujiyên Cizîr, Gever, Silopiya, Farqîn, Gimgim, Sûr, Lice, Pirsûs û Enqereyê bê pirsîn her hilbijêr bi xwe re hilbijêrekî bibe ser sindoqan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bêmoraltî û neçûna ser sindoqan, wê di vê demê de pêşî li şerxwazan veke û got, "Dewlet ji xwe bi zanebûn vê dike. Dixwaze di nava kaos û bêmoraliyê de mirovên me têxe nava pêvajoya hilbijartinê."

NAV-DEM'ê ragihand, ku eger aştî û demokrasî tê xwestin, eger tê xwestin hesabê komkujiyan bê pirsîn divê her kes biçe ser sindoqan û ji dîktatoriya AKP'ê rizgar bibin. NAV-DEM'ê got, "Em li Ewropayê di nava şert û mercên rehet de dijîn. Ti xeterî û rîskek li pêşiya me nîne. Lewma divê me qat bi qat ji gelê xwe yê li welêt bêhtir karibin dengê xwe bi kar bînin. Eger em neçin ser sindoqan, hingî em ê wan mewziyên parlamenteriyê yên ku gelê me bi dayîna canê xwe bi dest xist, radestî AKP'ê bikin."

'DIVÊ HEFTEYA DAWÎ BAŞ WERE NIRXANDIN'

NAV-DEM'ê da xuyakirin ku divê gelê li Elmanyayê hefteya dawî baş binirxîne, li benda roja dawî nemînin û got, "Pêwîste em xebatên xwe qat bi qat ji yên berê zêdetir bi fedekarî bimeşînin û gelê xwe bibin ser sindoqan. Divê em zanibin ku eger HDP di parlamentê de bi xurtî were temsîlkirin, wê ev yek yekser bandora xwe li çarenûsa Kurdan a li Rojhilata Navîn û rewşa Rojava bike. Wê Tirkiyeyê bigihîne rêveberiyeke demokratîk. Ya herî girîng jî wê aştiyê bi xwe re bîne."