Ji Meclîsa Tirbespiyê banga yekîtiya gelan

Ji Meclîsa Tirbespiyê banga yekîtiya gelan

Meclîsa Gel a Tirbespiyê, bang li gelên kurd, ereb û suryanî, herwiha bawermendên misliman, êzîdî û mesîhî yên li bajêr dijîn kir ku hêzên sîstemê û komên çekdar bibin yek.

Meclîsa Gel a Bajarê Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê bûyerên dawî û hewldanên komên çekdar daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi îradeya gel pêvajoyek nû hatiye destpêkirin, lê di demên dawî de li Tirbesiyê hinek kesên piştgiriya Baasê dikin, dixwazin di navbera gelan nakokiyan derxînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hewldan xizmeta sîstemê û dijberên gelên Sûriyeyê dikin û li dijî van hewldanan ev bang li hemû netewên bajêr hate kirin:

“Em bi navê Meclîsa Gel a Tirbespiyê bang li birayên xwe yên ereb û suryanî, her wiha hemû bawermendên misliman, êzidî, mesihî dikin ku bi hişyarî û hesasiyet nêzî pêwîstiyên pêvajoyê bibin. Herwiha divê berjewendiyên şêniyên herêmê li ber çavan bigirin. Divê tiştên li Til Temir, Dirbêsiyê, Amudê û Dêrikê çêbûne ji xwe re wekî mînak bigirin û bi taybetî avakirina meclîsên li van deran ji xwe re bikin mînak. Dîsa pêwîst e rêveberiyên hevbeş ên ku di nava xwe de nûnerên hemû derdoran dihewîne, bêne avakirin.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd ê li Tirbespiyê dijî hate kirin ku li hemberî hewldanên fitneyan ku encamên wan li ser biratiya gelan a dîrokî neyînî ne, hişyar bin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di wê baweriyê de ku hemû gel dikarin li vir bi hevre bijîn. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelan dikin ku ji bo rêveberiya herêma xwe bibin yek û bi hevre tevbigerin, bi vê yekê pêşiya xirabkirin û hilweşandinan bigirin. Divê herêma me ji hêzên sîstemê û komên çekdar ên ji derve tên bê valakirin.”