Ji malbatên Cizîrê ji bo Konferansa Dersîmê peyamên berxwedanê

Malbatên Cizîrê yên xizmên wan ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin, tevlî Konferansa Qirkirina Dersîmê bûn. Malbatan gotin wê di şopa xizmên xwe de bimeşin, hesabên qetlîaman bipirsin.

Di Konferansa Qirkirina Dersîmê de dayikên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel axivîn.

Axaftin her tim biç epik û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” qut bûn.

TÛNÇ: HETA DAWIYÊ LI BER XWE DA

Dayika Mehmet Tûnç Esmer Tûnç got Qetlîama li Dersîmê îro jî li Cizîrê pêk tê. Tûnç bal kişand ser hevşibiya her du qetlîaman, wiha got: “Ev wehşeta li Cizîrê, dişibe wehşeta 38’an. Mehmet jî li vir tevlî berxwedanekê bû, pêwîst bû li gel hevalên xwe bûna. Heta dawî jî li hebûna xwe parast û jiyana xwe ji dest da.”

Dayik Tûnç diyar kir ku her roj ji bo parastina zarokên xwe dadikevin kolanan, bi bîr xist ku dema çek disekinin leşkeran şahî li dar dixistin, ew bi xxwe jî bajar bi bajar ji bo cenazeyan bibînin digeriyan.

Dayik Tûnç bang li dayikên Tirkan kir ku ji bo aştiyê destên wan bigirin.

JI HEVSERA XWE RE GOT ‘EZ NIKARIM DI NAV NIVÎNAN DE BIMIRIN’

Hevsera Mehmet Tûnç Zeynep Tûnç jî xwestiya ku ji bajêr derkevin, lê hevserê wê wiha jê re gotiye: “Xwedê mirinek di nav nivînan de neke qismetê min.”

Axaftina dawî ya bi telefonê ya Mehmet Tûnç jî bi sînevîzyonê hat pêşandan. Guhdarvanan demek dirêj li ser lingan çepik lêdan.

AKTAŞ: JI BO WÊREKTIYA WÎ BI MÎNETIM

Dayika Rohat Aktaş Melîha Aktaş jî got kurê wê ji bo şopandina nûçeyan çûye Cizîrê, wiha dom kir: “Lê, ji pênasû Rohat tirsiyan.”

Dayik Aktaş gotinên dawî yên kurê wê yê di jêrzemînê de asê mabû wiha parve kir, “Dayê ma em ê rojekê hemû nemirin? Mirinek bi şeref têkoşîna herî bedew a jiyanê ye” û wiha dom kir: “Ti carî ji gotina rastiyan tawîz neda. Ji ber vê wêrektiya wî bi mînetim.”

YAVÛZEL: EM Ê LI SER ŞOPA WAN BIMEŞIN

Dayika Mehmet Yavûzel Hanim Yavûzel jî destnîşan kir ku qetlîama Dersîmê îro li ser tevahî gelê Kurd didome.

Dayik Yavûzel got tiştê herî zêde canê wê êşandiye, teşhîrkirina bedenên zarokên hatine tazîkirinin. Dayik Yavûzel rexne kir ku li hember qetlîaman nerazîbûnek têrker dernektiye holê, wiha dewam kir: “Ez bejna xwe li beramberî tevahî şehîdan ditewînim. Rêya wan rêya me ye, em ê li ser rêya wan bimeşin, hesabên van kiryaran bipirsin. Em ê vê li cem wan nehêlin. Ez bang li her kesên ku divê ez mirovim dikim, werin em hesab bipirsin. Werin Botanê, bê ka çi qewimiye bibînin.”