Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Remezanê peyamek weşand û wiha got: “Pirsgirêk li şûna şîdetê dibê bi rêbazên diyalog û çarçoveya hiqûqê de bê çareserkirin. Baweriya me ew e ku li ser axa ku Ezana-Şerîf lê tê xwedin aştî pêk bê.”
Di peyamê de wiha hat gotin: “Her îbadet kêm be jî mirovan ji karê cîhanê dur dixe. Em li cihana xwe ya hundir tefekur dikin. Li huzurê xwedî îbadet, muhasebeya emelên me yên rojane dike.Em difikirin ku ev çiqas li gorî Îslamê hatiye kirin. Ger me neheqiyek kiribe an jî dilê kesan şikandibe mirov di dema îbadetê de demildest fêm dinin. Ji ber xwedayê mezin bibîra mirovan dixîne. Ger ku em mumînên paqij bin piştî îbadetê mirov hema şaşiyên xwe rast dikin.
Bi vê wesîleyê em dikevin Meha Remezanê , em li huzura Xweda di vê mehê de muhasebeya xwe dikin, tefekur dibin. Di vê mehê de 24 saetan tefur tê kirin. Şaşiyê biçûk jî tên hişê mirovan û mirov vê sererast dikin. Ji ber vê jî xweda mirov efû dike. Di dawiya vê meha mubarek de jî cejn heye.”
KCK’ê got; “Kesên bi van îbadet û tefekuran civak û xwe tamîr nekin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Kesên şaşiyên xwe nebinin û îbadeê bikin, munafikin. Ji bo ku mirov vana nas bikin tenê divê mirov rewşa civakê binêrin.
Di Tirkiyeyê di 10 Remezanên dawî de hîkûmeteke ku qaşo îbdetê dike lê tefekur nake li ser kare. Gelo ligel xweda gune û sewaba wan çiye? Li li ser civakê her cureyê şîdet û zilmê pêk tîne. Her wiha tiştên ku dikin bi kelamên xweda û pêkanînên Hz Peyxember re dikin heman tişt. Tenê li pey malê dinê û desthildardariyê ne.
Civaka me ya musliman ku dilê wan paqije, wek her demê dê di vê meha Remezanê de jî di rojiya xwe de têkevin nava kurbuneke mezin û bi xwe re têkeve nava hesabdayînê. Di seranserê Remezanê de dê dilên ku şikestine, lêborînê bixwaze, dizî kiribe dê mal teslîm bike û alîkariyê bide xizanan. Civak pisgirêkê xwe yên herî tevlihev dê ji bo xatirê sifreya Remezanê çareser bike û kar û barên bi xêr bike.
Di vê dema ku di serî de li Suriyeyê û herêma me pirsgirêkên cidî tên jiyîn bi wesîleya vê mehê, bila bi xwe re bikevin nava muhasebeya wijdanê. Pirsgirêkan ne bi şîdetê bila bi rêbazên diyalog û hiqûqiya biratiyê çareser bikin. Baweriya me ev e ku li ser axa ku Ezanê-Şerîf lê tê xwedin aştî pêk bê. Bila xweda îbadeta hemû mumînan qebûl bike.”