Ji KJK'ê daxuyaniya li ser 6'ê Gulanê
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera sûîqesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, daxuyaniyek weşand.
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera sûîqesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, daxuyaniyek weşand.
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera sûîqesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di 6'ê Gulana 1996'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê êrîşeke sûîqestê ya namerdî hat kirin û ev êrîş û hêzên êrîşkar hatin şermezarkirin.
Kordînasyona KJK'ê bibîr xist, ku 6'ê Gulanê di heman demê de salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan e û Denîz Gezmîş û hevalên wî weke pêşengên tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê û kesayetên dîrokî yên li ser bingeha azadî û biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê têkoşiyan, pênase kir.
KJK'ê da zanîn, ev kesayetên dîrokî ji ber nêrînên xwe hatine darvekirin û got, "Îdamkirina Denîzan, komkujiyek li dijî lêgerîn gelên Tirkiyeyê ya li azadiyê ye. Zîhniyeta ku Denîz û hevalên wî îdam kir û zîhniyeta li hemberî Rêberê me komplo pêk anî, zîhniyeta heman dewleta faşîst e."
KOMPLOYA LI HEMBERÎ OCALAN DI HEMAN ROJA DARVEKIRINA DENÎZAN DE PÊK ANÎN
Di daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin, pêkanîna komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaslan di heman roja darvekirina Denîzan de, peyamek ji bo gelan e û wiha hat gotin, "Zîhniyeta dewletê, çawa ku xwest di şexsê Denîzan de dengê gelê Tirkiyeyê bibire, bi komploya li hemberî Rêber Apo xwest, derbeke emzin li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bixe. Aqlê dewletê komkujî û komployan li ser hêzên berxwedêr ferz dike û bi vî rengî dixwaze têgihiştineke 'mehkûmî têkçûnê ne' bafirîne. Halbûkî, berxwedêr, şoreşger ti carî têk naçin. Li hemberî her şêwe zext, zilm, komkujî û komployan têkoşîna xwe mezin dikin û didomînin. Hilanîna tola berxwedêran, pêkanîna armancên wan, bi rengekî ku ti carî jê neçe li hiş û mejiyê civakî yê gelan bi cih dibin. Têkoşîn li bajar, gund, çiya, li her devera gel lê ye belav dibe. Ji Denîzan heta Kemal Pîran, ji Huseyînan heta Sêvêyan, heta Mehmet Tûnçan bi hezaran şehîdên şoreşê bi berxwedana xwe ya lehengî asta şoreşê ya têkoşîna hevpar a gelan a azadiyê derketiye holê.
Têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo li Kurdistanê bilind kir, bilindbûna ala azadiyê ya ji Denîzan hatiye dewrgirtin e. Gotina 'biratiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê' ya Denîz Gezmîş, bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ve bilêv bûye. Rêber Apo, dema dest bi têkoşîna şikandina mêtîngeriya li ser Kurdistanê kir, di heman demê de dilsoziya bi bîranînên şoreşgerên Tirkiyeyî esas girt. Têkoşîna hevpar a tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê ku îro bi Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan pêk tê, bersiva herî watedar e ji bo vê rastiya dîrokî. Di heman demê de hevparbûyîna têkoşîna demokrasiyê ya gelan bi HDK û HDP'ê, encameke mîrateya dîrokî ya lêgerîna demokrasiyê ya gelan e. Ji ber hêrsa ji vê hevgirtinê, dewlet ewçend êrîşî HDP'ê diek. Gel bi têkoşîneke hevpar dikarin bi ser kevin."
JI BO AZADIYÊ EM LI BER XWE BIDIN Û TÊBIKOŞIN
Kordînasyona KJK'ê bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û bi vî rengî bal kişand ser girîngiya têkoşîn û berxwedana ji niha û pê ve:
"Bersiva roja îro ya li hemberî komploya li dijî Rêberê me, parçekirina tecrîdê û li ser bingeha azadkirina Rêbertiyê xurtkirina têkoşînê ye. Li ser bingeha naskirina hebûna vîna azad a gel, belavkirina berxwedana xwerêveberiyê li tevahiya Kurdistanê ye. Bersiva herî mezin a ji bo bîranîna Denîzan bê dayîn; li dijî zext û êrîşan mezinkirina têkoşînê li eniya yekbûyî ya gelan e. Li dijî êrîşên li hemberî HDP'ê ku vegotina siyasî ya têkoşîna demokrasiyê ya hevpar a gelan e, mezinkirina berxwedanê ye. Li dijî polîtîkayên tevkujî û qetlîamker ên dewleta Tirk a faşîst ên li hemberî Kurdan, hêzên şoreşger, demokrat, çep sosyalîst, azadîparêz û alîgirêng biratiyê, li hemberî dewleta AKP'ê û dîktatoriya Erdogan xurtkirina eniya berxwedana şoreşgerî ye. Liv û tevgera me ya bi rêbaza herî radîkal, berpirsyariyeke dîrokî ye. Zîhniyeta dewleta faşîst a komkujî û komployan li şoreşgeran ferz dikin û polîtîkayên şerê kirêt ên AKP'ê li pêşberî vîna azad a gelan, neçar in têk biçin. Em her kesên li hemberî zîhniyeta komploger bi têkoşîn û alîgiriya azadiyê helwestê nîşan didin silav dikin, bang dikin ku eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê bê xurtkirin û li her qada jiyanê berxwedan bê belavkirin. Em bang li jin û ciwanan dikin, ku bi tevlîbûneke rêxistinbûyînê ve pêşengiyê ji eniya berxwedanê ya gelan re bikin."