Ji KCK’ê bo Şehîdên Gulanê peyam

Ji KCK’ê bo Şehîdên Gulanê peyam

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek da û şehîdên şoreşgerê yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di meha gulanê de Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran, Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn û her wiha di tevgera şoreşê ya Trkiyeyê de jî Denîz û Îbrahîm Kaypakkaya jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em di şexsê rêberên tevgera şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hemû şehîdên gulanê bi bîr tînin. Em li ber têkoşîna wan careke din soza xwe nû dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “PKK partiya şehîdan e. Fêmkirina rastiya PKK’ê fêmkirina rastiya şehdîndan e. Zextên li ser kurdistanê mêtîngeriyê esas digire. Komkujiya ku bi awayekî fîzîk pêk tê, ligel vê polîtÎkaya qirkirinê ya spî jî pêk tê. Bi vê yekê re jî kurd û kurdbûn ji holê tê rakirin û hedef dikin bi her awayî tune bikin. Li hemberî vê hemûn-tunebûn,asîmîlayon û qedexekirinê têkoşîn û şehadet pêk hatine. Bi zincîra şehadetê ya Hakî Karer û Halîl Çavgun dset pê dike. Ev zincîr li Kurdistanê ji bo ku kes û civak bên cem hev bûye zemîneke bi hêz.

Di vê dema ku her kes di bin asîmîlyona qirêkirinê de bû de, qebûlkirina şehadetê ji aliyê her kesî ve nedihat kirin. Ji ber vê jî şehadeta Hakî, Halîl, çaran û Karasungur li hemberî tunekirinê bû bersivek meizn. Beşeke mezin a kurd û tirkan ji bo ku canê xwe bide têkoşiyane. Bi vî awayî hem riya azadiyê vekirine û hem jî din ava sekneke pîvanên mîlîtanî de bûn.

‘PKK LI SER BÎRANÎNA KARER HAT RÊXISTINKIRIN’

Daxuyanî wiha didome; “Heval Hakî di 18’ê Gulan 1977’an de li Dîlokê ji alyê ajan-provakotran ve hate qetilkirin. Şehadeta heval Hakî di heman demê de girêdana ji bo tevgera Azadiya Kurdistanê û rêvaltiyê nîşan da. Rêber Apo li ser bîranîna Hakî Karer rêxistinbûna PKK’ê plan kir û ev yek pêk anî. Heval Halîl Çavgun di 18’ê Gulana 1978’an de ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.”

BI RUHÊ YEKITIYÊ BI HEVÛ DIN GIRIN

Di sala 1982’an de li Zindana Amedê cuntaya faşîst-mêtînger di şexsê mîlîtanên PKK’ê de wekî hedef da ber xwe ku îradeya gelêkurd bişikÎne û kurdan di nava dewleta tirk de bihelîne. Di nava vê de Zindana Amedê jiyan veguherî qada îşkenceyê. Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn ji bo ku hesabên wan xera bike bedena xwe dan ber agir.

KARANSÛNGÛR Û BÎLGÎN SEMBOLA YEKITIYA NETEWEYÎ NE

KCK’ê bal kişand ku Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ji bo parçenebûna yetitiya neteweyî ya Kurdan û li dijî şerê di navbera partiyan de bûye sembola yeitiya neteweyî. KCK’ê diyar kir ku ji bo yekitiya Kurdan xwe feda kirin û destnîşan kir ku ew ji bo kongreya neteweyî ya Kurdan a ku îro ewqas tê gotûbêjkirin bûne “xerca yekitiya neteweyî.”

Her wiha, KCK’ê got; “Meha Gulanê meha şehîdên Komkujiya 97’an a li Hewlêrê ye jî û di vê hemê de bi sedan gerîlayên azadiya Kurdistanê gihiştine şehadetê. Îro jî gelek gerîlayên azadiya Kurdistanê li Serhad, Botan û Xerzanê li hemberî artêşa Tirk a mêtînger a ku hemû derfetên teknolojî DYA û welatên din ên Rojava werdigire, bi lehengî têkoşiyane, li ber xwe dane û gihiştine şehadetê.

‘FAŞÎZMA AKP-GULEN DÊ BELAV BIBE’

KCK’ê bal kişand ku ‘dewleta AKP’ê’ dixwaze Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tesfiye bike, neteweya Kurd di nava netewe-dewleta Tirk de bihelîne, tune bike û dixwaze vê yekê di sala 2013’yê de bi ser bixe û got; “Ji bo vê jî polîtîkaya tecrîda li hemberî Rêber Apo veguheriye îşkenceyê, operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî siyaseta legal, operasyonên tunekirinê yên li hemberî gerîlayan û polîtîkaya di asta navneteweyî de tecrîdkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê xistiye dewrê” û wiha domand; “Ji bilî binketin û belavbûnê tu alternatîfek din a faşîzma Kesk a AKP-Gulen a li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê nemaye.”

KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Gelê Kurdistanê îro ji her demê zêdetirê dilsozên şehîdên xwe ne û ji bo nemirkirina wana berxwedaneke pir mezin nîşan didin. Her zarokên ku tên dinê bi wan şehîdan tên binavkirin, niha bi hezaran Egîd, Mazlum, Kemal, Hayrî, Zîlan, Bêrîtan û Bêrîvan hene. Ev yek jî nîşan dide ku şehîd rastiya serkeftinê ne.

Em li ser esasê ku sala 2012’ê bikin sala serkeftinê, careke din em şehîdên xwe bi rêzdarê û minetê bi bîr tînin, em bang li gelê xwe dikin ku gelê me zêdetir li van rastî û amadekarên serkeftinê xwedî derbikevin û bi girseyî biçin serdana goristanên şehîdan.”