Ji HPG û YJA Starê çalakiyên sûîqestê

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên li Gever, Çelê, Silopiya, Çewlik, Êlih, Dihê û Şemzînanê daxuyanî da.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyan ev detay parve kirin;

GEVER

18’ê Tebaxê saet 12.40’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên ku xwe li derdora girê Şehîd Hozan ê li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin îmhakirin ku yek jê çepera çeka giran bû, di encama lêdanên bi bandor de ku ji mesafeyek nêz bi çekên giran pêk hat, bi giştî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên li derdor qad dan ber obus û hewanan. Saet 21.00-22.00’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin.

ÇALAKIYA YJA STARÊ

19’ê Tebaxê saet 09.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li girê Şehîd Hozan çalakiyên sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin, her wiha leşkerek jî birîndar kirin.

ÇELÊ

19’ê Tebaxê saet 08.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku li ser rêya qereqola Karataş a li navçeya Çelê ya Colemêrgê rê kontrol dikirin û li hember wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

ŞIRNEX/SILOPIYA

19’ê Tebaxê saet 09.00’an gerîlayên me li dijî leşkerên ku xwe li Girê Azmanan ê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

19’ê Tebaxê saet 09.30’an hêzên me li dijî Tabûra TRT Gabra a girêdayî Şirnexê bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

ÇEWLIK/DARA HÊNÊ

18’ê Tebaxê saet 08.45’an hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Gas a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê qereqolan derdora xwe dan ber çekên giran.

ÊLIH

17’ê Tebaxê artêşa TC li qada gundê Şêmse yê Sêrtê  û gundên Xirbekor, Zinka, Êdilê û Belenkê yên girêdayî Êlihê operasyonên hemwext li dar xistin. Operasyona li Sêrtê heman rojê danê êvarî, ya li Êlihê jî roja 18’ê Tebaxê bêencam vekişiya.

SÊRT/DIHÊ

19’ê Tebaxê saet 11.00-12.00’an 2 helîkopterên bi tîpa Kobra li qada Çarçe ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê dan. Agirê di encama vê de bi eraziyê girt, dewam dike.

ŞEMZÎNAN

2 operasyonên cuda yên ku artêşa Tirk li mintiqayên Şapatan, Serero , Bêtkarok ên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê û mintiqayên Gostê û Kurê Mizgeftê li dar xistin, hê jî dewam dikin.”