Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê der barê binçavkirina Serokê AKP’ya navçeya Pasûra Amedê û sercerdevan Veysel Çelîk de daxuyaniyek da û got; “Serokê navçeya Pasûra AKP'ê û serdcerdewan Veysel Çelîk ji aliyê gerîlayên me ve ji bo darizandinê hatiye girtin” û diyar kir ku dê were darizandin.
Gerîlayên HPG’ê di 12’ê gulanê de li ser rêya navçeya Pasûra Amedê û Mûşê rê kontrol kirin û Serokê AKP’ya navçeya Pasûra Amedê û sercerdevan Veysel Çelîk girtin binçavan. HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da.
‘JI BO DARIZANDINÊ HATIYE GIRTIN’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) got; “Di 12'ê Gulanê de di saet 16.00'an de li navbera navçeya Qulpa Amedê û Mûşê li ser riya Şenyayla ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya heta saet 20.00'an de berdewam kir, 50 wesayit ji aliyê gerîlayên me ve hatine rawestandin, nasname hatin kontrolkirin û ji gel re propaganda hate kirin. Herweha Serokê navçeya Pasûra AKP'ê û serdcerdewan Veysel Çelîk ji aliyê gerîlayên me ve ji bo darizandinê hatiye girtin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
Fermandariyê di berdewama daxuyaniya xwe de Daxuyaniyek a Dîwana Bilind a Dadê ya KCK’ê ku ya beriya niha dabû bi bîr xist û got; “Dîwana Bilind a Dadê ya KCK'ê di daxuyaniya berê dabû destnîşankiribû ku; " Kesên li Kurdistanê polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk û bi AKP'ê hevkariyê dike sûcê îxanêtê dikin. Hebûna gelekî ji bo berjewendiyên takekesî û malbatî de tunekirin sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Li Kurdistanê bi vî rengî sşkere qirlirin heye, kesên cihê xwe bi awayekî aktîf tevlî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk û AKP'ê , li gor xeta parastina rewa pêkanîna wê wezîfeya HPG'ê ye."
‘DEST JI DIJMINAHIYA KURDAN BERDIN’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê got; “Li gorî vê bangawaziya Dîwana Dadê ya KCK'ê şexsê bi navê Veysel Çelîk ê bi awayekî aktîf bi dijmin re kar dike, piştgirî dide polîtîkayên îmha û tunekirinê yên AKP'ê û dewleta tirk, wê ji aliyê me ve were darizandin. Her weha divê kes û rêveberên AKP'ê ne demildest dest ji dijminantiya Kurdan berdin û li himberî gel rexneya li xwe bigrin. Li hemberî vê yekê wê aqûbeta van kesan jî weke vî şexsî ji aliyê gerîlayên me yê HPG'ê darizandina be.”