Hin welatiyên li Cizîrê, ku xanî û dikanên wan di bin navê 'qada bi rîsk' de hatin hilweşandin serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Mêrdînê dan û dadgehê biryara 'sekinandina karê xerakirin' da. Hiqûqnasan bal kişandin ser vê biryara dikare bibe mînak û ji gel xwestin, ji bo sekinandina hilweşandina mal û dikanên wan, serlêdanê bike.
Piştî êrîşên qirkirinê yên li navçeya Şirnex Cizîrê, heyetek ser bi Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê lêkolîna xisarê kir û di encama vê lêkolînê de tespît kir ku xisar li 6 hezar xaniyan bûye û divê werin hilweşandin. Piştî rapora vê heyetê, bi gotina 'qada bi rîsk e' biryara xerakirina hemû xaniyan hatibû dayîn. Şêniyên navçeyê li dijî vê biryarê serî li walîtî û qeymeqamtiyê dan, lê ev îtiraza wan hat redkirin. Abdulrazzak Tul û Latîfe Tûtûş ên bersiv ji serlêdana li dozgeriyê ngirtin, ji bo betalkirina biryara xerakirinê li Dadgeha Îdareyê ya Herêma Mêrdînê doz vekir. Tul û Tûtûş di vê dozê de mafdar hatin dîtin. Dadgehê biryar da ku 'karê hilweşandinê' bê sekinandin. Li ser vê biryarê hiqûqnasan bang li gel kirin ku dozê vekin.
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Îlyas Tarim diyar kir, ev biryar bi tenê 'sekinandina karê tê kirine', biryara sekinandina hilweşandinê nîne û destnîşan kir, ku ji bo hilweşandina li herêmên 'qada bi rîsk' hatiye îlankirin bê sekinandin, divê gel serî li dadgehên herêman bide. Tarim da zanîn, biryara hilweşandinê nehiqûqî ye û got, "Kesên di nava heyetên biryara hilweşandinê dane de cih digirin, bê tecrûbe ne. Endezyarên nû û ciwan in. Di nava heyetê de civê hîndekarên xwedî tecrûbe cih bigire. Tevî vê yekê me dît ku heyetan ji ber xwe ve rapor amade kirine."
Tarim bang li hemû Cizîriyan kir ku ji bo sekinandina biryara hilweşandinê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê bidin.