Ji hêzên Peşmerge û Haşdî Şabî operasyona hevpar
Piştî bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi operasyonek hevpar hate kontrolkirin, ji bo ewlehiya gel xebat didomin.
Piştî bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi operasyonek hevpar hate kontrolkirin, ji bo ewlehiya gel xebat didomin.
Li bajarokê Beşîr ê di demek nêz de bi operasyona hevpar a Peşmerge û Haşdî Şabî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, di astek jor de hevkarî û koordînasyon tê jiyîn. Rayedarên Peşmerge yên li Eniya Kerkûkê, wisa gotin: “Hin derdor her çiqasî hewl bidin hêzên Peşmerge û Haşdî Şabî bera hev bidin jî gelê Beşîr ji wan hê zanatir e.”
BI PEŞMERGE RE TI PIRSGIRÊK WÊ DERNEKEVIN
Piştî bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi operasyonek hevpar hate kontrolkirin, ji bo ewlehiya gel xebat didomin.
Piştî operasyonê rayedarên Haşdî Şabî dan xuyakirin ku li bajarokê Beşîrê ji bo niha îxtimala ku pirsgirêk di navbera wan û hêzên peşmerge de derkeve, sifir e. Rayedar ragihand ku hêzên Kurd ji bo qad hê ewletir bibe bi awayekî lezgîn dixebitin, da xuyakirin ku piştî xebat bi dawî bibin wê bajarok bi temamî radestî hêzên Haşdî Şabî bikin.
Anî ziman ku hêzên Kurd ji bo ewlehiya Kerkûkê herêmê kontrol dikin, ji bo dema pêş naxwazin li vê herêmê bin.
Endamê Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê û ji rêveberên Haşdî Şabî Necad Hisen bal kişand ser îrade û biryardariya jiyana hevpar a Kurd û Tirkmenên li Kerkûkê, wiha dom kir: “Li Beşîrê îxtîmala ku mabeyna hêzên peşmerge û Haşdî Şabî de pirsgirêk derkeve, sifir e. Yên hewl didin pirsgirêkan derxin jî wê rastî bersiva hevpar a Peşmerge û Tirkmenan bên. Gelê Beşîr ji wan hê zanatir e.”
Rêveberê Haşdî Şabî têkîldarî detayên operasyonê jî axivî, wiha got: “Di operasyona rizgarkirinê de peşmergeyan ji eniya rojava, me jî ji eniya rojhilat destpê kir. Di Beşîrê de her du hêz gihiştin hev. Di domahiya tevahî operasyonê de tevgerek hevpar û koordînasyon hebû.”
HEVKARIYA LI HEMBER ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ENCAMÊN ERÊNÎ DIDIN
Rizgarkirina Beşîr yek ji operasyonên lokal ên peşmergeyan e. Ev careke din girîngiya hevkariya li başûrê Kerkûkê raxist ber çavan. Koordînasyona di navbera Hêzên Peşmerge yên girêdayî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û hêzên Mîlîs ên Şîî de ji bo şikandina bandora çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê di encamgirtinê de xwedî bandor e.
Ji bo ewlehiya bajarokê Beşîr hin hewldanên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji Hikûmeta Navendî xwest polîsên federal an jî Hêza-Antî bi cih bike bê encam man, piştre jî dagirkirina DAIŞ’ê pêk hatibû. Biryar hate dayîn ku ji başûrê Iraqê komek hêzên mîlîs ên Haşdî Şabî bişînin sînorê Kerkûk, beşek jî şandibûn herêmê. Hate ragihandin ku hêza tevlî operasyonê bûye Firqey Ebas e û ev hêz ew hêza ku ji herêma Kerbela hatiye. Ev hêza nêzî ji hezar kesî pêk dihat wek peşmergeyan xwestiye ji herêmê derkevin û biçin qadên din ên şer, lê şêniyên bajarokê Beşîr heta ewlehiyek baş bi cih were xwestine her du hêz jî li bajarok bimînin.
Hêza Firqey Ebas a girêdayî Haşdî Şabî di nav 2 salan de çend caran hewl da bajarokê Beşîrê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, lê her carê windahî dan û neçar ma vekişe. Piştre bi operasyona hevpar a peşmergeyan re ketin bajarokê Beşîr.
PEŞMERGE JI NAVENDA BEŞÎR CAREKE DIN DERBASÎ ENIYÊ BÛN
Fermandarê 2. Hêza Teqwiye yê Peşmergeyan Merwan Mihemed Emîn anî ziman ku niha ti hêzên wan li navenda bajarok nînin, ber bi xeta eniya li derdora bajarok diçin. Emîn diyar kir ku herêm veguheriye qada şer, got: “Ji bo hêza polîs bişîne bajarokê Beşîr me serî li Wîlayeta Kerkûkê da. Qada şer gelekî mezin bûye, em dixwazin beşek ji wan jî hin ji vê qadê bigirin.”
Bajarokê Beşîr yek ji jiyangehên herî mezin a girêdayî bajarê Kerkûkê ye û şênî ji Tirkmenên Şîî pêk tên. Bajarok sala 2014’an ji ali çeteyên DAIŞ’ê hatibû dagirkirin, 1’ê Gulanê jî ket kontrola hêzên Peşmerge û Haşdî Şabî.