RÊZENIVÎS I

Ji hegemonya Asûran heta dagirkeriya DAIŞ'ê: Mûsil

Mûsil ji ber rewşa xwe ya çandî, dîrok û çavkaniyên xwe yên aboriyê, ji bo hêzên global û herêmî ji navendên din ên herêmê girîngtir e.

Operasyona ji bo bajarê Mûsilê ji terorîzma DAIŞ'ê, hînê dewam dike. Mûsil ji ber rewşa xwe ya çandî, dîrok û çavkaniyên xwe yên aboriyê, ji bo hêzên global û herêmî li gorî navendên din ên herêmê di asteke girîngtir de ye.

Bajarê Mûsilê (Nînova) li bakurrojavayê Iraqê, li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye. Navenda bajarê Mûsilê ku bi Sûriyeyê re xwedî sînorekî têra xwe dirêj e, bi qasî 100 km dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Mûsil a ji 9 navçe û 21 nehiyeyan pêk tê, navê xwe di dema Saddam Huseyîn de weke Nînova hatibû guhertin.

Mûsil bi nifûsa xwe ya nêzî 2 mîlyon mirovî ve mezintirîn bajarê Başûrê Kurdistanê ye. Li gelemperiya Iraqê jî piştî Bexdayê bajarê herî mezin û girîng e. Tevî cîranê xwe Kerkûkê, xwedî rezervên dewlemend ên petrolê ye. Mûsil di heman demê de ji aliyê dîrokî, siyasî, îdarî û leşkerî ve jî, bajarekî di asta stratejîk de girîng e. Lewma timî hatiye dagirkirin. Em ê vê dosyayê re, sedemên girîngiya bajarê Mûsilê binirxînin.

GIRÎNGIYA XWE YA DÎROKÎ

Mûsil li ser rêyeke dîrokî ya navbera Anatolî û Asyayê de ye. Di demên berê de hem navendeke girîng a şaristanî û çandî bû, hem jî bi dewlemendiyên xwe yên ser û binê erdê timî bal kişand ser xwe. Li Mûsila xwedî dîrokek kevnare, wargeha destpêkê Beriya Zayînê di sala 2000'î de ava bû. Nemrût a ku ji aliyê Qralê Asûrî Asûr Banîpal ve weke paytexta dewleta Asûran hilbijart, di nava xaka îro ya Mûsilê de cih digire. Mûsil di dema Asûran de di navbera xaka Anatolî, Sûriye û xaka Pers de pirek û cihekî derbasbûnê ye. Beriya Îslamiyetê şaristaniyên Asûr û Babîl, piştî belavbûna Îslamiyetê jî dewletên Emewî û Abbasî li vê derê ava bûn. Mûsil ji bo Selçûkiyan, Zengiyan, Begiya Hewlêrê, Karakoyûniyan, Akkoyûniyan û Safewiyan re bû wargeh, di dema Yavûz Sûltan Selîm de tevlî xaka Osmanî hat kirin û di dema Kanûnî Sûltan Suleyman de bû wîlayeteke Osmaniyan. Mîr begiya Kerkûk, Silêmaniye, qeza û nehiyeyên ser bi van, hemû bi wîlayeta Mûsilê hatin girêdan.

Li Mûsil a di nava xaka Mezopotamyayê de ye, Şaristaniya Asûran bi qasî 1300 salan hikum kir. Hikumraniya Babîlan a piştre hat, ji ber êrîşên Persan şikest û Mûsil ket destê Persan. Di dema rêveberiya Pers de herêm bi pêleke mezin a Persiyan rast hat û piştî Xiristiyanî derket holê, berê xwe da vê olê. Piştî sedsala 2'an, veguherî yek ji girîngtirîn navendên Xiristiyaniyê. Di sala 642'an de ji aliyê Hz. Omer ve hat bidestxistin û ji vê demê û pê ve rastî koça nifûsa Ereban hat. Piştî ku herêm ji bo demeke kurt di bin serdestiya Emewiyan de ma, di sala 751'ê de ket bin kontrola rêvberiya Abbasiyan. Di sala 1050'î de ji aliyê hikumdarê Selçûkiyan Tûgrûl Beg ve hat bidestxistin û piştî mirina hikumdar ket destê Selçûkiyan, piştre kurê wî Melîkşah bajar bi rê ve bir. Herêm di sala 1099'an de ket destê xaçiyan, piştî du salan careke din ji aliyê Selçûkiyan ve hat wergirtin. Di sala 1118'an de Dewleta Selçûkî ya Iraqê, di bin rêveberiya Mahmûd de ava bû. Mahmûd di sala 1127'an de rêveberiya Mûsilê radestî kurê Aksûngûr Zengî kir. Zengî û malbata wî heta sala 1231'an Mûsil bi rê ve birin. Piştî vê demê ket bin rêveberiya Bedreddîn Lû û di sala 1261'ê de li dû dagirkeriya Mogolan ket bin serdestiya Mogolan. Di sala 1365'an de ji aliyê Karakoyûnlar ve careke din hat bidestxistin, di sala 1409'an de ket destê Akkoyûnlar. Serdestiya Akkoyûnlar ji aliyê Safewiyan ve hat bidawîkirin û di sala 1517'an de bi temamî ket bin rêveberiya Osmaniyan. Herêma ku ji aliyê Yavûz Sûltan Selîm ve hat bidestxistin, 401 salan di bin rêveberiya Dewleta Osmanî de ma.

Mûsil ji ber rewşa xwe ya erdnîgarî, erdên berfireh ên çandiniyê û çavkaniyên xwe yên dewlemend ên binê erdê, bi hezaran salan timî bû navendeke êrîş lê tê kirin. Mûsil di dema Asûran de di navbera xaka Anatolî, Sûriye û Persê de mîna pirekê, nuqteya derbasbûnê bû. Ji ber vê girîngiya xwe ya stratejîk, Dewleta Osmanî û Îngilîstan a piştî hilweşîna Osmaniyan ev herêm dagir kir û piştre Dewleta Iraqê ya bi xwe ve girêdayî ava kir, di mijara aydiyeta Mûsilê de li hev nekirin û mesele ji Cemiyeta Neteweyan re hiştin. Lê belê ji ber ku ji vir jî ti encam bi dest neket, di encama Peymana Enqereyê ya 1926'an de di dawiya dawî de Mûsil ji Iraqê re hat hiştin, ku di bin fermana Îngilîzan de bû. 

RÊYA BER BI PETROLÊ VE

Projeyên rêyên hesinî yên li Rojhilata Navîn hatin çêkirin, yek ji amûrên sereke yên di lêgerîna li petrolê de dihatin bikaranîn e. Projeya Rêya Hesinî Chester (1908) a DYA ji bo Osmaniyan bida çêkirin jî yek ji van bû. Bi vê projeyê re, di navbera Sêwas û Wanê de bi xeta ji Xarpût-Erxenî-Amed-Bedlîsê ve wê ji aliyekî ve Mûsil, Kerkûk û Silêmaniye bigihanda hev, li aliyê din Edene-Yûmûrtalik an jî Suveydiye û Derya Spî bigihanda hev. Her wiha ya li Yûmûrtalik an jî li Suveydiye wê benderek bihata çêkirin. Ji ber gefa 'wê petrola li Mûsilê bikeve bin kontrola DYA' ev proje nehat temamkirin. Lê ev rêgeha rêya hesinî ji bo fêmkirina armancên stratejîk ên van hêzan (Di serî de Îngilîstan, DYA, Elmanya û Fransa) balkêş e.

Mûsil a di tevahiya dîrokê de navendeke girîng a îdarî, leşkerî û bazirganiyê ye, ji aliyê ragihandin, bazirganî û qenalên avê de 'xaçerêyek' e. Bajar li qiraxa Çemê Dîcleyê ye. Navê bajêr jî ji ber vê taybetmendiya erdnîgarî lê hatiye kirin. Navê Mûsil ji 'vasl' a Erebî tê. Tê wateya 'ragihandin, ya bi hev ve girê dide.'

Ji ber dewlemendiya ser û binê erdê ya bajêr, her wiha ji ber rewşa xwe ya erdnîgarî û stratejîk timî bûye qada şer. Bingeha xwe ya dewlemend a dîrokî û rewşa xwe ya kozmopolît her çend dewlemendiyeke mezin jî be, ev der ji aliyê dagirkeran ve her tim bûye zemînek karibe ji bo şer bi kar bîne.

PEYMANA ENQEREYÊ

Mûsil a di nava erdnîgariya Kurdistanê de di herikîna dîrokê de xwedî cihekî girîng e, bi peymana Enqereyê ya di sala 1926'an de di navbera dewleta Tirk û Îngilîstanê de hat morkirin, di mijara pêşeroja Kurdistanê de bû werçerxek. Bi peymana Enqereyê ve Mûsil ji dewleta Iraqê re hat hiştin. Di berdêla vê de jî Îngilîstan a ku hêza hegemonîk e, wê li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bike derketibûya û bi rengekî xwezayî bibûya hevpar. Ji xwe nivîskar û dîroknasê Îngilîz Toynbee di vê mijarê de digot, "Eger em Kurdan teslîmî Tirkan bikin, ew ê jî îmtiyaza petrolê ya li Mûsilê bidin me."

Mûsil a ku di herikîna dîrokê de timî li cihekî diyarker cih girt, di roja îro de jî xwedî heman girîngiyê ye. Di rewşa heyî de, di nexşeya Rojhilata Navîn a ji nû ve tê destnîşankirin de, Mûsil careke din bûye qada dagirkeriyê û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî û aborî ve giraniya xwe nîşan daye.

Bi peymana Enqereyê ya di 5'ê Hezîrana 1926'an de hat morkirin ve, Xeta Brukselê weke sînorê Tirkiye-Iraqê hatiye qebûlkirin, bi ti awayî qala mafên hindikahiyên Tirkmen nehatiye kirin. Sedema vê jî ev e; Eger Tirkiye qala mafên hindikahiyên Tirkmen ên li Mûsilê bike, fikar heye ku Îngilîstan jî mafê hindikahiyên Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, bixe rojevê. Piştî ku peyman hat erêkirin, Tirkiyeyê hem bi Îngilîstanê hem jî bi Fransayê re dest bi danîna têkiliyan kir. Beriya peymanê, Elmanya ne di nav de, di serî de Îngilîstan piraniya welatên din ên rojavayî sefaretxaneyên xwe yê bilind li Stenbolê hiştin, ku ev yek dihat wateya nenaskirina Komara Tirkiyeyê û paytexta wê Enqereyê. Piştî peymanê dest ji vê helwesta xwe berdan û sefaretxaneyên xwe yên bilind birin Enqereyê.

Mûsil di damezrandina Tirkiyeyê de di nava sînorên Mîsakî Milî de bû. Ev sînor bi gotina M. Kemal "Ji başûrê kendava Skenderûnê, ji Antakyayê, di navbera Heleb û stasyona Katma de digihaşt heta çemê Firatê yê li başûrê pira Cerablûsê. Ji wir jî dadiket Deyrîzor, ji wir ber bi rojhilat ve digihaşt Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyeyê." Sînorê Mîsakî Mîlî bi vî rengî destnîşan kiribû.

Bi peymana Enqereyê ya 1926'an ve çawa ku bi tevlîkirina Mûsilê li nava xaka Iraqê re hîmên dewleta Başûrê Kurdistanê ya îro tê xwestin bê çêkirin hat danîn, di roja îro de jî bi qutkirina Mûsilê ji xaka Kurdistanê re tê xwestin wê bikin navenda dewleteke Sûnî ya bê avakirin. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn a ji nû ve tê xêzkirin de Mûsil weke navenda destwerdanê hatiye hilbijartin. Ji ber vê yekê damezrandina DAIŞ'ê weke Iraq hatiye diyarkirin. DAIŞ a berê weke Dewleta Îslamî ava bû, piştre navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê û weke hêza lêdanê/hêza leşkerî ya bloka Sûnî hat dîzaynkirin.

HEVRIKIYA BÊ DAWÎ YA LI SER PETROLA MÛSILÊ

Abdulhamît ê 2. bi 33 salên xwe yên padîşahiyê re yek ji padîşahên Osmanî yê herî zêde li ser desthilatdariyê ma ye. Taybetmendiya Abdulhamît ê 2. ya ji padîşahên din cudatir ew e, zû bi şerê petrolê yê di sedsala 19'an de rû bide hesiya. Bi vê pêşdîtina xwe re di sala 1890'î de 'Îdareî Seniye' derxist holê û bi vê yekê, herêmên petrolê (ku ev nexşe hînê rojane ye) weke 'Xezîneya Padîşah' îlan kir. Lê belê ev ragihandina 'Îdareî Seniye' jî nekariye li pêşiya ji destçûyîna van herêman bigire. Abdulhamît ê 2. ji aliyê Elmanan ve di sala 1908'an de ji desthilatdariyê hat xistin. Mulkên wî jî ji aliyê Tirkên Ciwan-Îttîhat û Terakiyan ve di berdêla deynên Osmaniyan de hatin nîşandan. Ev erdê ku çavkaniyên petrolê yên Mûsil û Bexdayê jî di nav de ye, bi hevkariya Elman û Îngilîzan, ji sedî 50 ê parên Turkish Petroleulm Co. ji D'arcy, ji sedî 25 ji Anglo-Saxon Co. û ji sedî 25 jî ji banka Deutsche Bank re hatin hiştin û parvekirin.

Di encama hewldanên Amerîka de, hewl hat dayîn bê îspatkirin ku radestkirina xezîneya Padîşah di sala 1908'an de ji xezîneya maliyeyê re qanûnî nîne û bi zexta îttihatiyan neçarî tiştekî bi vî rengî hatiye hiştin. Vê pêngava Amerîkiyan, şîrketa petrolê ya Îngilîz xistiye nava endîşeyan û dest bi lêkolînkirina aliyên vê yên hiqûqî kirin. Di 'Takvîm-î Veka-yî' ku hingî rojnameya fermî ya Osmaniyan bû de derket holê, ku xezîneya Padîşah êdî ne ya şexsê Padîşah e û radestî maliyeyê hatiye kirin. Di vê mijarê de îdîayên li hemberî hev dewam kir û Serokwezîrê Îngilîz ê bi endîşe bû ku DYA li Lozanê destekê bide teza Tirkan, ji bo lîstika Amerîkiyan xera bike, ji sedî 20 ê para Turkish Petrolium (ji para hikûmeta Iraqê) li Lozanê pêşniyarî Tirkan kir. Tevî vê yekê jî Curzon diyar kir ku pêwîstî bi vê nîne. Ji ber ku li gorî wî, wê Tirk pareke ji vê kêmtir qayîl biban. Heyeta Tirk, ji ber ku dayîna parê ji warîsên Abdulhamît bihata wateya dewamiya hebûna Dewleta Osmanî, xwe nêzî teza Îngilîzan kir. Di dawiyê de jî Îngilîstanê nekarî li hemberî zextên Amerîkiyan îdare bike û di 31'ê Tîrmeha 1928'an de bi peyaman dawî re neçar ma ji petrola Mûsilê parê bide Fransiyan û Amerîkiyan jî.

Di mijara Mûsilê de yekane qezenca Tirkiyeyê ew bû, ku ji bo 25 salan ji sedî 10 ê para hatineya petrola Iraqê jê re bê dayîn. Her çend hat gotin ku Tirkiyeyê bi wergirtina 500.000 Sterlîn re destê xwe ji vî mafê xwe kişandibe jî tê gotin ku ev ne rast e. Tirkiyeyê heta sala 1954'an ji petrola Iraqê parek wergirt.

SIBE: Rewşa cografîk a Mûsilê, rewşa çandî û civakî, girîngiya wê, nifûs û eşîrên wê