Ji Geveriyan peyama ‘Em ê li kolanan li ber xwe bidin’

Li Gevera 4 rojên rewşa awarte lê hat meşandin de yek jê zarok 2 welatî ji hêla hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, yek jê bi giranî 6 welatî jî birîndar bûn.

Li Gevera 4 rojên rewşa awarte lê hat meşandin de yek jê zarok 2 welatî ji hêla hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, yek jê bi giranî 6 welatî jî birîndar bûn. Li navçeya ku di bin dorpêça leşker û tîmên taybet de bû dîwarên bi dehan malan bi kepçe û wesayîtên zirxî hatin hilweşandin. Meclîsa Gel a Geverê lêkolîna li taxan dabû destpêkirin qedand û ragihand ku bi pêkanînên rewşa awarte û hewldanên komkujiyê nikarin pêşiya gel bigirin.

Li navçeya Gevera Colemêrge roja 20'ê Mijdarê ji qereqolên derdorê zêdetirî 70 wesayîtên zirxî anîn û di seatên êvarê de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Hêzên dewletê 4 rojan bi awayekî topyekûn êrîşî gel kirin û li hemberî êrîşan ji 7 salî heta 70 salî welatî nobeta taxên xwe kirin. Di rojên qedexeyê de elektrîk hat birîn û înternet jî hat astengkirin. Di operasyonan de 2 jê wesayîtên leşkerî yên kîrpî, 4 kepçeyên zirxî hatin derbkirin û 2 jê tîmên taybet û 8 leşker birîndar bûn.

'PÊKANÎNÊN AWARTE NIKARE VÎNA GEL TÊK BIBE'

Piştî rakirina qedexeyê Komîsyona Tespîtkirina Xisarê li taxan lêkolîn kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede li ser navê komîsyonê agahî da. Dede diyar kir ku gel qedexe nas nekirin û her tim li kolanan bûn wiha axivî: "Gel ti car bi pêkanînên rewşa awarte paşde gav neavêje û nikarin vîna gel têk bibin. Ji bo ciwanên me neyên kuştin em ê li kolanên Geverê li ber xwe bidin. Ti hêz bi qasî gelê me ne bi hêz e. Em ê li pey xwerêveberiyê bisekinin û jiyana azad ava bikin."

Hevberdevka Koordînasyona Meclîsa Gel Nezîfe Evîn, ji şehîdan heta ciwanên li ber xwe didin û 7 salî heta 70 salî li ber xwe didin silav kir û ev tişt anî ziman: "Gelê me li hemberî feraseta komkujer û faşîst li ber xwe dide. Em silavên xwe ji berxwedêrên Nisêbînê re dişînin."

2 MIRÎ, 6 BIRÎNDAR Û YEK BINÇAVKIRIN

Ketin û derketina navçeyê bi wesayîtên kîrpî girtin û bi çekên giran bi taybetî jî Taxa Cumhuriyetê dorpêç kirin. Di êrîşan de 2 welatî kuştin, yek bi giranî bi tevahî 6 welatî birîndar bûn. Roja 21'ê Mijdarê êrîşên li ser Taxa Cumhuriyetê dijwartir bûn û bi bombeavêjê ciwanê 28 salî Naîm Noyan û zarokê 17 salî Mehmet Reşît Arici hatin kuştin, ciwanê bi navê Îhsan Bulut jî bi giranî birîndar kirin. Bulut ê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê tê dermankirin wê lingê wî jêbikin. Noyan jî ji ber ku polîsan nehişt ambulans têkeve taxê jiyana xwe ji dest da. Li taxên din jî 5 welatî bi sivikî birîndar bûn.

Hêzên dewletê şeva 22'yê Mijdarê êrîşên li Taxa Cumhuriyetê dijwartir kirin, tîmên taybet ên bi, wesayîta zirxî kemîn danîbûn, welatiyê bi navê Metîn Erîşmîş bi îşkenceyê binçav kirin. Tîmên taybet bi qûntaxa çekê li Erîşmîş ê ku bi nexweşiya sarayê ye xistin. Erîşmîş li Midûriyeta Polîsan a Geverê tê girtin. Di seatên serê sibê ya roja qedexeyê bihata rakirin de jina bi navê Asiye Yaliçin a ku ji bo xweliya sobê biavêje derket derve bû hedefe aguleyên polîsan. Di encama gulebaranê de guleyek li pişt milê wê ket û birîndar bû.

DÎWARÊ MALA GEL Û MALÊN WELATIYAN HILWEŞANDIN

Xisara ji ber terora dewletê derketiye holê gelekî mezin e. Roja destpêkê ya qedexeyê dîwarê Mala Gel bi keçeya zirxî hat hilweşandin û dîwarên kargeh û malên derdorê jî hilweşandin. Wesayîtên zirxî yên ku nikarîbûn bendan derbas bikin dîwarên malên derdorê hilweşandin. Bombeyên gazê avêtin gelek malên taxên Qişleya Kevn, Orman, Cumhuriyet, Esentepe û Esenyurtê û camên malan şikandin. Her wiha gelek mal hatin gulebarankirin.