Ji gerîlayên HPG'ê peyama 1'ê Gulanê
Gerîlayên HPG'ê 1'ê Gulan Cejna Karkeran pîroz kirin û banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê kirin.

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG'ê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin. Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Bahoz Sine, 1'ê Gulanê li gelê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û bang li gelê li Rojhilatê Kurdistanê kir ku rabe serhildanê û zexta dewletên serdest bişikîne.
Gerîla Cûdî Kurdistan jî da xuyakirin, ku divê hemû karker û kedkarên li Kurdistanê di bin yek alê de bibin yek û li dijî mêtîngeriyê têbikoşin.
Gerîla Nasir Zîlan 1'e Gulanê pîroz kir û da zanîn, divê hemû karker tevlî berxwedanê bibin. Nasir Zîlan bal kişand ser girîngiya têkoşîn û hevgirtina li dijî faşîzma dewleta Tirk.
Gerîlayê HPG'ê Elîşêr Botan jî da xuyakirin, ku berxwedana mezin a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, encama kedeke mezin e. Botan diyar kir, divê gelên bindest li dijî faşîzma dewleta Tirk têbikoşin û banga xwedîderketina li kedê kir.