Ji gerîlayên HPG’ê li dijî yekîneya veşartî ya li Çewlikê çalakî

Li qirika Şorik a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê, gerîlayên HPG’ê li dijî yekîneyek veşartî ya artêşa Tirk çalakî li dar xistin, 8 leşker hatin kuştin.

Li qirika Şorik a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê, gerîlayên HPG’ê li dijî yekîneyek veşartî ya artêşa Tirk çalakî li dar xistin, 8 leşker hatin kuştin.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 10’ê Hezîranê saet 17.00’an hêzên gerîlayan  li qirika Şorik a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê li dijî yekîneyek veşartî a artêşa TC çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev detay hatin parvekirin:

“10’ê Hezîranê saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li qirika Şorik a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê li dijî yekîneyek veşartî a artêşa TC çalakî li dar xist. Di vê çalakiya de 8 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê, artêşa TC ji 10’ê Hezîranê heta 11’ê Hezîranê qada Şehîd Xebat bi obus û hewanan bombe kir. Her wiha helîkopterên Kobra jî bi awayekî giran li qadê dan. Dema van bombekirina de helîkopterên Skorsky jî li girên Karer, Îlbey û Kimsorê leşker danîn û dest bi operasyonê kirin.

14’ê Hezîranê yekîneyek gerîlayên me ket qada operasyonê û bi artêşa TC re şer qewimiye. Di heman demê de helîkopterên Kobra jî li qadê dane. Di şer de hevalê me Ozgur bi şerekî lehengî gihiştiye şehadetê. Operasyonê 16’ê Hezîranê vekişiyaye. Li qadê bi piştgiriya cerdevanan ve tevgera artêşa TC didome.

NAVBERA BAZÎD-EBEXÊ RÊ HATE QUTKIRIN

15’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Ebex a Wanê de rê qut kirin. 17’ê Hezîranê saet 18.15’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ji bo destwerdanê hatin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC ji qereqolên girê Zorava, Gulîzerkê û Kevirê Şamiya bi çekên A4, hewan , tankan qada çalakiyê bombe kir. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevalên me Pîrdogan û Rustem ên ku 8’ê Hezîranê li qada Kirê Alê ya Bazîdê şehîd ketin hate lidarxistin.

ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

17’ê Hezîranê saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.

7’ê Hezîranê saet 03.00’an yekîneyek gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê, li nêzî gundê Turpçû yê girêdayî navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê ji aliyê leşkeran hate ferqkirin. Li dijî vê yekîneya me ya hatiye dîtin, artêşa TC dest bi operasyonê kirin. Di navbera hêza operasyonê û gerîlayên me de şer qewimî, di şer de hevalê me Baz bi şerekî lehengî şehîd ket.

2 rojên dawî, artêşa TC li gundên Hurê, Bateytê û Cêlik ên girêdayî navçeya Hênê ya Amedê derketina derve qedexe kiriye. Her wiha, artêşa TC qada çiyayê Şelê ji gelê herêmê re qedexe kiriye.

ARTÊŞA TIRK LI MAZGÊRDÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

14’ê Hezîranê yekîneyên veşartî yên artêşa TC li daristanên Sisik ên li navçeya Mazgêrd a Dersîmê dest bi operasyonê kirine. Heman rojê danê êvarî mabeyan yekîneyk gerîlayên me yên diçû wezîfeyê û leşkeran de şer qewimî. Di şer de hevalekî me gihişt şehadetê. Dema nasnameya hevalê me bê zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin. Ev operasyona 17’ê Hezîranê vekişiyaye.

17’ê Hezîranê saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember girê Batman Tîm ê girêdayî navenda Dersîmê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li polîsên tîmên taybet hatine xistin, polîsekî tîmê taybet hat kuştin, 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe da ber çekên giran. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Baz Mordem ê li Gîresûnê şehîd ket hate lidarxistin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nav û Paşnav: Engîn Ozun

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik-Bav: Leyla - Osman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2016’an / Çewlik

 

Nav û Paşnav: Osman Bîlen

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Şerîfe -Îsmaîl

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2016’an / Gîresûn”

...