Ji gerîlayên HPG’ê li dijî girê Ronahî yê li Şemzînanê çalakiya berfireh
Gerîlayên HPG’ê, 8’ê Îlonê li dijî girê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin.
Gerîlayên HPG’ê, 8’ê Îlonê li dijî girê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê, 8’ê Îlonê li dijî girê Ronahî yê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin.
HPG’ê têkîldarî çalakiyê ev agahî parve kirin: “8’ê Îlonê hêzên me li dijî girê Ronahî ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hêzên me ji 3 baskên cuda ve ketin girt; baskê yekem leşkerên derdora gir kirin hedef û bi bandor lê dan, 4 leşker kuştin. Baskên 2’yemîn û 3’yemîn jî heta gir çûn û 4 çeper îmha kirin. Di çeperên rûxandî de gerîlayên me çûn ser 12 termên leşkeran. Leşkerên li gir sax man jî dest ji gir berdan û reviyan. Qereqolên Mamreş, Bêzokê û Mûseka jî gir dan ber obus û hewanan. Hate dîtin ku ji ber qereqolan li gir xistin ji leşkerên ku hewl didan birevin jî mirî û birîndar çêbûn. Di vê çalakiyê de bi giştî 16 leşker htin kuştin; gerîlayekî me jî bi şerekî lehengî şehîd bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve 3 caran rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku di operasyona qada Ertûşê de şehîd bûne hatiye lidarxistin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Leheng Agît
Nav û Paşnav: Abdûllah Altûntaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Sîmen - Halîs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Îlona 2016’an / Colemêrg”