Ji gerîlayan li gelek navendan çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hember artêşa Tirk, gerîlayan gelek çalakî li dar xistine. Destnîşan kir ku di çalakiya li hember leşkerên Tirk ên li derdora Girê Şehîd Kendal a li Qilabanê de 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li hember artêşa Tirk gelek çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di çalakiya li hember leşkerên Tirk ên ku li derdora Girê Şehîd Kendal a li Qilabanê de 5 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“13’ê Hezîranê saet 12:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên artêşa Tirk ên li derdora Girê Şehîd Kendal ê li xeta sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê bi cih bibûn çalakiyek li dar xistin. Li vir tankek kirine hedef û bi çekên giran bi awayekî xurt hatiye lêxistin. Tevî 5 leşkerên ku di tankê de, tank hate îmhakirin. Her wiha yekîneyên me bi hewan û çekên giran ve jî cihê ku leşker lê bi cih bibûn kirin hedef. Li vir jimara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Girê Meymûn û Çetê; qada Deriyê Dawetiya bi obus û hewanan bombe kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Viyan Bahoz û Herekol Sipêrtî yên ku di çalakiya 28’ê Gulanê yên li ser xeta sînorê Qilabanê de şehîd ketibûn hatiye lidarxistin.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

13’ê Hezîranê saet 18:15’an de gerîlayên me li hember leşkerên li Girê Harûna yê li herêma Şemzînan a Colemrêgê bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

13’ê Hezîranê saet 12:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên li Girê Helen ê girêdayî Şemzînanê çalakiyeke bi çekên ferdî û navîn li dar xistin, lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI SILOPIYAYÊ LI HEMBER WESAYÎTA ZIRXÎ YA BI TÎPA REO’YÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

13’ê Hezîranê saet 10:50’an de gerîlayên me li ser rêya Eskî Gite ya girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hember wesayîtekî zîrxî ya bi tîpa Reo’yê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît hate derbkirin û têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelel nehatin bidestxistin.

13’ê Hezîranê saet 18:20’an de gerîlayên me li hember qereqola Malabadî ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Li vir çeper kirin hedef û bi awayekî bi bandor hatin lêxistin. Li vir jimara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin.

12’ê Hezîranê li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîsê dema ku yekîneyek gerîlayên me diçûn ser erka xwe ketine kemîna artêşa TC. Di şerê li vir de hevrêyê me Rezan şehîd dikeve û bi hevriyên me re peywendiyên me qut bûne.

Artêşa TC li gundên Sasona, Sînek û Hîvrîs ê girêdayî Bedlîsê kemînan datînin.

LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ

13’ê Hezîranê saet 19:00’an de gerîlayên me li hember qereqola sînor a Şîle û Ayibegê ê di navbera navçeyên Beşan a Îdirê û navçeya Bazîd a Agiriyê de çalakiyek sekvaniyê li dar xistin, li vir leşkerek hate kuştin.

13’ê Hezîranê saet di navbera 20:00-21:00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa TC’ê; gundên Balayan, Bolê, Bokrîskan, Zergelê, Sine yên girêdayî herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de li jîngehên ku gel lê dijiyan de şewat derket.

13’ê Hezîranê saet di navbera 17:30-18:30’an de balafirên şer li herêma Berêkeskê ya girêdayî herêma Xakûrkê û derdora ava Hacî Beg û Çiyayê Karker bombe barandin.”

Nasnameya gerîla yê ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Rezan Argeş

Nav û Paşnav: Sîracettîn Karataş

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik- Bav: Zînnet – Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs /12 Hazîrana 2016