Gerîlayên HPG’ê di 16’ê gulanê de li navçeya Kerborana Mêrdînê bi ser avadaniya Metal Betonê de girtin û gerîlayan bal kişand ser parastina xwezaya Kurdistanê.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de daye de got; “Di 16'ê Gulanê de di saet 21.00'an de li navçeya Kerborana Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve bi ser înşaata bi navê Metal Beton hatiye girtin. Karkerên li vir hatine komkirin, hatine hişyarkirin û ji bo zirarê nedin xwezaya Kurdistanê propaganda hatiye kirin.”