Ji Êlihê hişyarî: Gel qeyûman nas nake!
Xebatkar û sendîkayên li Êlihê diyar kirin ku ew qeyûman nas nakin, anî ziman ku hilbijêr bi dengên gel dikare ji peywirê bên dûr xistin.
Xebatkar û sendîkayên li Êlihê diyar kirin ku ew qeyûman nas nakin, anî ziman ku hilbijêr bi dengên gel dikare ji peywirê bên dûr xistin.
Desthiltdariya AKP’ê bi Pêşnûme Yasaya Torba ya ku pêşkêşî meclîsê bike heta roja me ya îro her paş ve dixist, dixwaze gelek qanûnên nû bişîne meclîsê. Li hember pêşnûmaya AKP’ê ya ku dixwaze li ê dest dane ser şaredarî û malê gel bertek bilind bûn.
Desthilatdariya AKP’ê ya ku bi Yasaya Torbe a ku pêşkêşî Meclîsê bikewê di qeyûmên ji bo şeredariyan jî guherînên bide avakirin. Li gorî vê; serokê şaredariyê, wekîlê serok û endamên meclîsê “ Di rewşa ku ji sûcê terorê kirin” ji aliyê Wezîrê Karê Hindir yan Walî dikare Serokê Şaredariyê, wekîlê serok yan jî endamê meclîsê yên ku bi dengê gel hatin hilbijartin ji peywirê bigire. Bi vî awayî li şûna yên hatine hilbijartin wê yekê nû bîne û vîna gel tine bihesibîne.
Xebatkarên şeredariyê û rêveberên Sendîkayan li hember guherîna qanûna ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hate lidarxistin bertek nîşan dan, divê gel li hember qeyûman rewşekî polîtîk raber bike.
‘GEL DI BERXWEDANÊ DE BI BIRYARE’
Narîn Erol: Difikire ku sîstema Tirkiye bi rêbazên darbekar, zordarî û antî-demokratîk ve bi rêvebibe. Gel jî li dijî her cûre zordarî û zordestiyê bi biyare ku jiyana demokratîk pêş bixîne û di vî î de jî wê gel li ber xwe bide. Bila her kes baş bizanibe gel li hember antî-demokraîtkbûnê, fêrî berxwedanê bûye. Bi pêşnûme qanûnê ku dixwazin bibin Meclîsê şaredariyên ku vîna gel in, radestî Waliyan bikin. Ev ne mumkîne ku were qebûlkirin. Walî kiye? Memûrekî hatiye erkdarkirin. Şaredariyên ku bi dengên deh hezar kesan ku hatine hilbijartin dixwazin radestî walîtiyan bikin. Ev gel û karker bêdeng nabin. Ev gel wê bide nîşandan ku ka wê çawe li vîna xwe xwedî derbikevin.
‘QET BINGEHÊ AŞTIYÊ NAYÊ DANÎN’
Kemal Akin: Desthilatdariya AKP’ê dixwaza bi pêşnûmeya qanûnê vîna gel teslîm bigire, difikire ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê vegerîne fersendekê. Lê gel vîna gel a hilbijêr tine bê hesibangin, vê yekê qebûl nakin. Niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û rûniştina ser mase firsetekî biçûk jî be divê bê bikaranîn. Lê ger ku serokên şaredariyan û xebatkar û endamên meclîsan a ku bi vîna gel hatine hilbijartin ji peywirê bên danîn, hewl bidin ku ji bo şeredariyan qeyûman diyar bikin, qet pêvajoya aştiyê pêk nayê û bingehê nayê avêtin. Vê firsendê desthilatdariya AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên rojan e bikar tîne û heba dike. Ji xwe pirsgirêka Kurd bi vê yekê çareser nabe, polîtîkayên tinekirinê bên sepandin, şensê siyasetê wê ji holê bê rakirin. Ji bo vê yekê daxwaz û niyaza me; divê rêz ji vîna gel a ku hatiye hilbijartin re bê girtin, ji bo çareserkirin pirsgirêka Kurd divê pêvajoyê bidin destpêkirin.
Şîrîn Çîçek: Em bi ti awayî vê pêşnûme qanûnê qebûl nakin. Rêveberiya şaredariyan me wekî gel ew hilbijartine. Serokê şaredariyan û endamên meclîsan enceq bi dengê gel ji peywirê bên dûrxisitin. Berovajî vê bi qeyûman vîna gel tê xespkirin, pirsgirêkê hê kûrtir û dixe rewşekî ku ji nav neyê derketin.
Îrfan Tûfan: Ev desthilatdar dixwaze bi qeyûman dest dane ser şaredariyan. Lê vê yekê ne gel û ne jî Xûda qebûl dike. Hilbijêrên ku bi dengê gel hatine hilbijartin encaq bi dengê gel ji peywirê bên dûrxistin. Niha, eger ku gelê Êlihê vîna xwe ya ku bi dengê xwe hilbijartin radestî hinekan bike, difirikin ku wê gel çepikan ji wan re lêbixe?