Siyasetmedarê Kurd û Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser rewşa xirab a rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebudwend û got; “Em bi armanca piştevanîkirin ji mafên berheq yên Kebûdwend, daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dikin ku di dema herî nêz de û bê tu şert û mercek navborî azad bikin.”
Dr. Mehmûd Osman, di peyama li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir de got; “Mihemed Sidîq Kebûdwend, avakerê Saziya Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) û Serokê vê saziyê ku 5 salan beriya niha, tenê û tenê ji ber parastina mafê mirovan li Kurdistanê û eyankirina nerînên xwe hat destbiserkirin û zîndanîkirin. Nêzîk bi 2 mehan dibe ku bi sedema rê nedan berpirsên girtîgeha Êvîn ji bo dîtina kurê xwe (Pijman Kebûdwend) dest bi greva birçîbûnê kiriye û nûçe dibêjin ku rewşa tendurustiya navborî ji ber girevê ber bi xirabbûnê çûye û pêwîst e bo çareseriya pijişkî ber bi nexweşxaneya derve were veguhastin.”
Osman ev bang li Îran û rêxisitnên navteweyî kir; “Em bi armanca piştevanîkirin ji mafên berheq yên Kebûdwend, daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dikin ku di dema herî nêz de û bê tu şert û mercek navborî azad bikin. Herwiha daxwaz ji hemû saziyên Mafê Mirovan û alîgirên mirovahî û azadiyê dikin ku hemû hewlên xwe bixin kar ji bo azadiya Mihemed Sidîq Kebûdwend û hemû ew kesên ku li ser derbirîna hizir û nerînên xwe hatine destbiserkirin.”
Li gor gotina hevsera Kebûdwend, Perînaz Baxban Hesenî, di hevdîtina ku bi hevserê xwe re hebû ye, zimanê Kebûdwend nagere û nikare bipeyive. Hevsera Kebûdwend ragihand ku rewşa tendurustî û ruhî ya Kebûdwend gelek xeter û got; “Pêwîstiyek cidî bi çareseriya lezgîna pijîşkî heye.” Kebûdwend mebesta greva hişk, protestokirina girtina çalakvanên Kurd ku piştgîriya wî kiribûn û rewşa xirab a girtîgehan ragihandiye.
BERDEWAMÎ HEYA 100 ROJAN
Kebûdwend pêştir di peyamekê de ragihandibû: “Eger dezgehên qezayî û rayedarên Hikumeta Îranê daxwazên wî cîbicîh nekin, ewê heya 100 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.
Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
HRW: BÊDILTÎ YE
Dîrektora Rojhilata Navîn a HRW’ê Sarah Leah Whitson di daxuyaniyda da de ragihand ku rojnamevanê Kurd Mihemed Sediq Kebûdwend ev nêzî 5 salan e di girtîgehê de ye û mualemeyên xirab re rû bi rû ye. Leah Whitson bal kişand ku Kebûdwend ji bo dîtina kurê xwe yê nexweş di greva birçîbûnê de ye û destûrnedana hevdîtinê weke “bêdilî” bi nav kir.
RÊXISTINA EFÛYÊ: DIVÊ KEBÛDWEND KURÊ XWE BIBÎNE
Rêxistina Efûya Navneteweyî bang li rêveberiya rejîma Îranê kir û xwest daxwaza rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ku nêzî 50 rojan e di greva birçîbûnê de ye qebûl bike û bila Kebûdwend kurê xwe yê nexweş bibîne.
Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektroa Rêxistinê ya Bernameya Rojhilata Navîn Hasiba Hadji Sahroui ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kebûdwend tenê ji ber parastina mafê mirovan hatiye girtin û xwest ku çalakê Kurd di demeke zû de serbest bê berdan.
Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.