BI DÎMEN

'Ji bo têkbirina AKP'ê her dengek gelekî girîng e'

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat destnîşan kir, ku ji bo têkbirina AKP'ê her dengekî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de were bikaranîn gelekî girîng e û diyar kir, ku dengên ji HDP'ê re bê dayîn wê ji bo pêşeroj û demokrasiyê bin.

Ararat da xuyakirin, ku wê HDP di 1'ê Mijdarê de bibe derya gelan û hemû zîhniyetên netewe dewleta statukoparêz, zîhniyeta ku demokrasî û hevgirtina gelan, pêşengiya jin û ciwanan red dike, ji holê rake û destnîşan kir, ku ji bilî komkujiyan tiştekî ku AKP bide gelan nîne.

'AKP HEWL DİDE BI KAOS, KOMKUJÎ Û ŞER, DI HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVE'

Ararat da xuyakirin, ku ji ber vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê ji aliyê AKP'ê ve hatiye redkirin, ev hilbijartin şerekî demokrasiyê ye û got, "Bi gotina 'eger ez nebim wê Tirkiye tevlîhev bibe, Tirkiye wê bi van komkujiyan re rû bi rû bimîne', AKP hewl dide gelan mecbûrî xwe bike. 

Ararat diyar kir ku AKP bi santaj, gefa kaos û komkujiyê re dixwaze di van hilbijartinan de dengan werbigire û bi ser bikeve.

Ararat anî ziman ku komkujiya li Amedê ya 5'ê Hezîranê, komkujiya li Pirsûsê û herî dawî komkujiya Enqereyê nîşan didin ku desthilatdariya AKP'ê çi ji Tirkiyeyê re rewa dibîne û got, "Gelê me bi dayîna berdêlên mezin û kişandina êşên giran, têkoşîna xwe didomîne."

FAŞÎZMA AKP'Ê ŞERÊ MAN Û NEMANÊ DIMEŞÎNE

Ararat da zanîn, ku AKP'ê di tevahiya desthilatdariya xwe de, ji bilî şîdet, bêkarî, xizanî û li hemberhev rakirina gelan, tiştek nedaye gelan û anî ziman ku Tirkiye di pirsgirêkên derve jî di rewşeke kaosê de ye.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku AKP hewl dide bi DAIŞ'ê re vê desthilatdariya bi xwîn serdest bike û got, "Lewma hilbijartinê 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê tê wateya man û nemanê. Ji bo gelên Tirkiyeyê bi taybetî ji bo gelê Kurd jî ezmûnek e. Eger gelê Kurd bi awayekî serketî xwe ji van komkujiyan rizgar neke, wê komkujî qat bi qat zêde bibin. Ji ber ku bi qasî 7 meh in hevdîtinên bi Rêber Apo re qut bûne. Ji xwe wan bi xwe anîn ziman ku pêvajoya diyalogê bi temamî ji holê hatiye rakirin. Pêvajoya çareseriyê nîne. Pêvajoya çareseriyê hatiye sekinandin."

Ararat bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd û destnîşan kir, ku li dijî desthilatdariya AKP'ê ya ku dîktatora şexsekî ferz dike, bi xwerêveberiyê re însiyatîfa gelê Kurd hatiye nîşandan. Ararat destnîşan kir ku ev model ne tenê ji bo Kurdistanê ye, ji bo demokratîkbûyîna gelên Tirkiyeyê ye.

'PÊVAJOYA ŞOREŞÊ YA LI KURDISTANÊ DESTPÊ KIR WÊ BI 1'Ê MIJDARÊ RE TEMAM BIBE

Ararat da xuyakirin, ku çawa ji bo xwerêveberiyê berxwedaneke mezin tê nîşandan, gelê Kurd wê ji bo serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî heman berxwedana mezin nîşan bide û girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi van gotinan destnîşan kir: "Hilbijartinê 1'ê Mijdarê wê pêvajoya berxwedana şoreşê ya bi îlanên xwerêveberiyê re li Kurdistanê destpê kir, temam bike. Wê hîmê vê yê siyasetê xwedî bike û xurt bike. Ji ber vê yekê ji hev qut nîne."

Ararat anî ziman, ku mîna serketina 7'ê Hezîranê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî HDP hemû lîstikên AKP'ê xera bike û li Parlamentê bibe nûnerê hemû gelên Tirkiyeyê.

DIVÊ XEWN Û XEYALÊN AKP'Ê YÊN SÛLTANIYÊ BÊN PÛÇKIRIN

Ararat ji hemû derdorên demokratîk de ragihand ku bi dengên bi kar bînin re wê desthilatdariya AKP'ê têk biçe, banga dengdayînê kir û got, "Di serî de gelê me yê li Ewropayê û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê li herêmên Amed, Botan, Serhed, Başûrrojava, hemû kesên alîgirê demokrasî, jiyaneke azad û wekhev, aştîxwaz û hemû derdorên bindest, girîng e li dora HDP'ê bicivin, dengê xwe bidin HDP'ê û bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 1'ê Mijdarê re dawî li xeyalên AKP'ê yên sûltaniyê bînin."

Ararat bal kişand ser operasyonên li hemberî gel û gerîla yên li Kurdistanê tên meşandin, êrîşên li dijî pîrozmendiyên gelê Kurd û destnîşan kir ku her dengekî were bikaranîn, ji bo têkbirina AKP'ê xwedî roleke diyarker, xwedî roleke dîrokî ye."

DIVÊ DENG JI HDP'Ê, JI PÊŞEROJÊ, JI DEMOKRASIYÊ RE WERE DAYÎN

Ararat di dewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, bi taybetî jî jin û ciwanan kir ku hîn bêhtir li hev bicivin, sîleya dawî li desthilatdariya AKP'ê bidin û got, "Girîng e vîna gelan hîn bêhtir xwe di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nîşan bide. Divê her kes di asta herî bilind de tevlî dengdayînê bibin û dengê xwe bidin HDP'ê, bidin pêşerojê, bidin demokrasiyê."

Ararat herî dawî bal kişand ser girîngiya ewlekariya sindoqan û di vî warî de ji her kesî xwest, bi hişyar û berpirsyarî tevbigerin.