Ji bo şervana YPJ’ê Kalkan li Wanê mewlûd
Ji bo şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn.

Ji bo şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Artemêtan a Wanê mewlûd hat dayîn. Li konê taziyeyê yê di pêşengiya MEYA-DER de hat vedan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan, yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, alên KCK û PKK’ ê hatin daliqandin.
Di mewlûdê de ku tevlîbûn zêde bû, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Parêzer Mîraz Çalli, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Havya, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Artemêtan Rojbîn Sevîl Çetîn, Abdulkerîm Sayan, Hevşaredarê Qerqelî Şerafettîn Ozalp, aktîvîstên KJA û welatî amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Aştî û Demokrasiyê, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Havya, diyar kir ku têkoşîna Şîrîn Kalkan û hevalên wê ji bo tevayî jinên cîhanê mînak e û got, “Em ji wan hêz digirin. Heta dawiyê em ê girêdayî têkoşîna wan bin.”
Piştî Hayva, Xezal Kalkan dayika şervana YPJ’ê Şîrîn jî got ku keça wê ji bo parastina Kurdistanê çû Kobanê û lewma bi keça xwe serbilind e.
Mewlûd piştî xwarinê bi dawî bû.