Hevdîtina vekirî ya bi Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ya girtî ku ketibû greva birçîbûnê re hat qedexekirin. Bi boneya Roja Dayikan, hevser û zarokên Yildirimê xwestin pêre hevdîtinê pêk bînin, lê li rastî qedexeyê hatin.
Giştînameya ku ji hêla Wezîrê Edaletê yê Tirk ve ji bo girtîgehan hat şandin de, bi minasebeta Roja Dayikan, 5 rojan destûra hevdîtina vekirî hat dayîn. Girtiyên li Girtîgaha Mêrdînê, ji ber cezayên wan heye ji vî mafî pê par hatin hiştin.
Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî di nav de, bi dehan girtî û hikumxwarî ji ber ku ketine greva birçîbûnê, ew di Roja Dayikan de dernexistin hevdîtinê vekirî.
Hevjînê Yildirim Serokê Odeya Tabîban yê Mêrdînê Kamiran Yildirim, bi zarokên xwe re çûn Girtîgeha Mêrdînê û xwestin bi Parlamenter Yildirim re hevdîtinê pêk bînin. Lê rêveberên girtîgehê dan zanîn ku ji ber cezayên wanê hevdîtina vekirî heye, ew dernexistin hevdîtinê.