Ji bo Nûçegihanê DÎHA’yê Verîm 6 sal cezayê girtîgehê

Li Mêrdînê ji bo Nûçegihanê DÎHA’yê Verîm 6 sal cezayê girtinê hat dayîn. Nûçegihana me û Edîtora ETHA’yê Demîr jî li Stenbolê îfade da.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê doza ku der barê xebatkarê Ekîba Têkiliyên Gel û Weşana Çapemeniyê, di heman demê de Nûçegihanê DÎHA’yê Mûrat Verîm de bi îdîaya ku “Endamê rêxitinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû vekirin, rûniştina yekem hat lidarxistin. Di doza li Dadgaha Cezayê Giran a li Midyadê tê dîtin de piştî parastinê, heyata dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Dadgahê ji bo Verîm bi îdîaya “Endamê rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 6 sal cezayê girtinê birî.

Ji bo îtîrazê wê serî li Dadgeha Temîziyê bê dayîn.

DEMÎR: EZ XWEDÎ LI NÛÇE Û PIRTÛKÊN XWE DERDIKETIM

Nûçegihana ANF’ê û Edîtora ETHA’yê Arzû Demîr, têkildarî hevpeyvîna li gel Hevseroka Giştî a HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di rojnameya Atilim a 15’ê Çileya 2016’an û pirtûka “Dağın Kadın Halî" li ser îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” li Edliyeya Stenbolê îfade da.

Demîr, di îfadeya xwe de anî ziman ku ji salên 1998’an ve karê rojnamevantiyê dike û sûcên tê îdîakirin jî qebûl nake. Demîr diyar kir ku hevpeyvîna li gel Yuksekdag jî weke sûc nafikire û xwedî li nûçeya xwe derket.

Demîr destnîşan kir ku 2 mehan li Rojava û Efrînê maye û di vê pêvajoyê de hevpeyvîn li gel gerîlayên jin pêk aniye û ev hevpeyvîn jî weke pirtûk hatine çapkirin. Di torên civakî de her tim ji aliyên hesabên JOH û POH’ê ve tê tehdîdkirin û wê weke hedef didin nîşandan. Demîr herî dawî wiha axivî: “Min di pirtûka xwe de xwestiye rastî û heqîqeta li Rojava tên jiyîn derxim pêş û bêm fêmkirin. Min propagandaya ti rêxistinê nekiriye.”