Ji bo malbatên Roboskiyê qedexeya ‘Rewşa Awarte’

Ji bo çalakiya edaletê ya malbatên Roboskiyê ya ji bo Qetlîama Roboskiyê qedexeya ‘Rewşa Awarte’ hate standin, lê malbatan diyar kirin ku ew qedexeyan nas nakin.

Malbatên ku li gundê Roboskê ya navçeya Qilaban a Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve 34 xizmên wan hatin bombekirin û qetilkirin, ji bo darizandina berpirsyaran 240 hefte ne nobetê digirin. Nobeta malbatan bi hinceta ‘Rewşa Awarte’ hat astengkirin. Qaymeqamê Qilabanê û Fermandarê Jemdirmeya a Navçeyê bi rêya keyayê gundê Bejûhê Sadik Encu ve ji malbatan re ragihandin ku bi hinceta ‘Rewşa Awarte’ nobeta edaletê neyê girtin.

Malbatan diyar kirin ku ew ê nobeta xwe ya edelatê bidomînin.