Lijneya Koordînasyona Bajar ya Odeyên Ziraetê ya Amedê, yewmiyeya karkerên di zeviyan de kar dikin rojane weke 25 TL aşkera kir, her wiha ji bo karkeran şertê 12 demjimêran karkirinê danî.
Lijneya Koordînasyona Bajarê ya Odeyên Ziraeta Amedê bêy ku temen û zayendê berçav bigire ji karkerên zeviyan re rojane 25 TL danî û dê her yek ji karkeran 1 TL pere bide wesayîtên zeviyê.
Weke din Lijneyê biryar da ku ji 12 salî biçûktir, kesên kel û nexweş kar nekin, her wiha bi piraniya dengan biryar girtin ku, karker di demjimêr 06.00’an de dest bikar bikin, şev di demjimêr 18.00’an de dest ji kar berdin.
Li Amedê yewmiyeya karkerên werzane di zeviyan de kar din jî hate aşkera kirin.