Ji bo gerîlayê HPG'ê Tagman li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Cafer Tagman li Wanê mewlûd hat dayîn. Di axaftinên li mewlûdê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd nikare bê tinekirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Cafer Tagman li Wanê mewlûd hat dayîn. Di axaftinên li mewlûdê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd nikare bê tinekirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Cafer Tagman (Dara Kûrtay) ê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Mala Sersaxiyê ya Bostanîçî Şafak, mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de alîkarên hevserokên DBP'ê yên Wanê Nazmiye Acar û metîn Kûtaz, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûrar û şêniyên bajêr amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, dua hatin xwendin. Piştre Hevseroka MEYA-DER a Wanê Ûrar axivî û diyar kir, yên dibêjin ew ê gelê Kurd biqedînin, wê careke din şaş bimînin. Ûrar da xuyakirin, ku divê gelê Kurd bi hev re di nava yekîtiyê de tevbigere.
Xizmên Tagman jî peyivîn û gotin, "Şehîd ne tenê şehîdê me ye, yê tevahiya gelê Kurd e."
Mewlûd piştî belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.