Ji bo gelê Amedê banga 17’ê mijdarê

Ji bo gelê Amedê banga 17’ê mijdarê

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê roja 17ê Mijdarê weke roja ‘Berxwedana Topyekun’ ragihandin. Însiyatîfa Gel a Amedê ji bo roja 17’ê mijdarê ku bang li gelê Amedê kir ku bi girseyî tevli grevan bibin û derkevin qadan, jiyanê rawestînin.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku “hişmendiya faşîst” a desthilat çareseriyê nayne û roja 17’ê mijdarê weke roja “berxwedana topyekun” ragihand. Înîsiyatîfa Gel bang li Kurdan kir ku sîstema perwerde û dadgehên dewleta Tirk red bikin û bê fonksiyon bihêlin. Înîsiyatîfa Gelê Amedê jî bi daxuyaniyekê bang li gelê Amedê kir ku tevlî berxwedanê bibin.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ewlad û şoreşgerên bi rûmet yên gelê kurd di zindanan de berxwedaneke bêhemap nîşan didin û ji gelê me re jî ji bilî bilindkirina berxwedanê tu rê nemaye. Hikûmeta faşîst ya AKP’ê daxwazên hevalên me ji nedîtîve tê û di tecrîda li ser Rêber Apo de israr dikin û hemû riyên aştiyane girtiye. Azadî û mafên me enceq bi berxwedanê dê bê bidestxistin.”

POLÎS ÊRÎŞ BIKE DÊ GEL XWE BIPARÊZE

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji şehadetên ku çêbibin hikûmeta faşîst ya AKP’ê berpirsyar e. Erdogan berpirsyar e. Bila hikûmeta AKP’ê vê bizane ku ger rewşeke nerênî çêbibe, em dê qiyametê rabikin. Di vê mijarê divê gelê me bi hestiyar tevbigere û divê her kes ber bi girtîgehê ve bimeşe. Divê li dijî vê mudaxaleyê bibe asteng. Ji vê saetê şûnde hemû çalakiyên gelê me rewa ne .

Înîsiyatîfa Gelê Amedê ev bang kir: “Em wekî Însiyatîfa Gel vê aşkere dikin. Ger ku li hemberî gelê me êrîş an jî tundiyek pêk were di asta parastina rewa de gelê me dikare xwe biparêze. Banga me li gelê me ye: Di êrîşê de her cure rêbaz bila bê bikaranîn û bersivê wisa bidin. Jıxwe li dijî şehadetekê hemû sazî û lijneyên dewletê dê bibin hedefa me ne. Ev rêbaza têkoşînê ya ji bo jiyaneke bi rûmet e. Li hemberî zilmkaran her cureyê çalakiyê mafdar e.”

Înîsiyatîfê da diyarkirin ku hikûmeta faşîst a AKPê û Erdogan îradeya gelê kurd û daxwazên rewa qebûl nake û hat gotin “dewleta ku me nas neke em jî nas nakin.”

DIVÊ DI 17’Ê MIJDARÊ DE JIYAN RAWESTE

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bilî serhildanê tu rê nemaye. Ji vir şûnde di serî de ber girtîgehan û hemû der cihên serhildanê ne. Divê gelê me yê Amedê çalakiyên xwe bigihîne asta herî bilind û bi ruhê serhildanê dakeve qadan. Divê roja 17’ê mijarê jiyan raweste û hemû gelê me tevlî grevên birçîbûnê bibe.”