Ji bo Cem a Muhebetê ya li Teroyan banga tevlîbûnê hat kirin

Berdevkê Platforma Jiyanê ya Mereşê Tahîr Ortaç, ji bo xwedîderketina li berxwedana li Teroyan banga tevlîbûna li Cem a Muhebetê û konserê kir.

Tevî nerazîbûnên gel jî, kampa penaberan a dewleta Tirk dixwaze ji bo komên çete li herêma Teroyan a Mereşê çêbike, li ber qedandinê ye. Li hemberî vê yekê, wê sibe Cem a Muhebetê û konserek bê lidarxistin. Lê belê ji niha ve dewleta Tirk dor li herêmê girtiye. Berdevkê Platforma Jiyanê ya Mereşê Tahir Ortaç bang li gelê herêmê û hemû saziyên Elewiyan kir, ji bo destekê bidin berxwedanê.

Berxwedana gelê herêmê ya li dijî çêkirina kampa 'penaberan' a ji 27 hezar kesî ya li herêma Teroyan a Mereşê, di roja 87. de ye. Walîtiya Tirk a li Mereşê, ji bo berxwedana civaka Elewî tecrîd bike, ji 5'ê Gulanê heta 5'ê Hezîranê herêm li sivîlan qedexe kir. Piştre ev qedexe meheke din dirêj kir. Di vê dema bihurî de doza Platforma Jiyanê ya Mereşê ya li dijî kampê hat dîtin. Di vê dozê de raporên bi sedemên "çêrgeh' û 'cihekî ji bo kampê ne guncaw e' nehatin qebûlkirin. Li hemberî vê zordariya dewleta Tirk dike, berxwedana Elewiyan û desteka ji bo vê berxwedanê dewam dike.

Li ser banga Platforma Jiyanê ya Mereşê ya Ewropayê wê sibe li Teroyan Cem a Muhebetê bê lidarxistin û 20 hunermend wê konserê bidin.

Li herêmê amadekariyên di vî warî de dewam dikin. Lê belê leşkerên Tirk ên qedexeya walîtiya xwe ji xwe re dikin hincet, herêm dorpêç kirin. Ji berdevkên platformê Tahir Ortaç diyar kir, çêkirina kampê bi lez û bez dewam dike û beşeke mezin qediya ye. Ortaç da zanîn, ji niha ve konteynir li herêmê tên bicihkirin û ji bo çalakiya sibê banga tevlîbûnê kir.