Ji bo bîranîna şehîdên Dêrik û Nisêbînê çalakî: Zêdetirî 20 leşkerî mirin

HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan li hember Qereqola Jendermeyan a li ser sêgoşeya rêyên Qoser, Dêrik û Wêranşarê çalakî li dar xistine, zêdetirî 20 leşkerî mirine.

HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan li hember Qereqola Jendermeyan a li ser sêgoşeya rêyên Qoser, Dêrik û Wêranşarê çalakî li dar xistine, zêdetirî 20 leşkerî mirine. Hate destnîşankirin ku çalakî ji bo bîranîna şehîdên Dêrik û Nisêbînê hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiya li navçeya Dêrik a Mêrdînê daxuyanî da.

HPG’ê ragihand ku ji bo bîranîna şehîdên Dêrik û Nisêbînê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin, wiha dewam kir: “Ji hêla hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna Şehîdên Dêrik û Nisêbînê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin.

3’yê Gulanê danê êvarî saet 00.50’an li hember Qereqola Jendermeyan a li ser rêyên navçeyên Qoser û Dêrik ên Mêrdînê û navçeya Wêranşar a Rihayê digihêjin hev, hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê ya berfireh li dar xistine. Di çalakiyê de 3 kuleyên nobedê bi temamî hatin rûxandin, nîzamiye û avahiya Qereqolê jî piranî texrîb bûne. Di vê çalakiya ku bi dehan ambûlansan mirî û birîndar rakirin de li gor agahiyên hatin bidestxistin zêdetirî 20 leşkerî mirine , zêdetirî 40’î jî birîndar in.

Piştî çalakiyê, artêşa TC ji yekîneyên Qoser û Dêrikê jî teqwiye girtiye û dest bi operasyonê kiriye.”