Ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê destpê kir
Endamên 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî' û saziyên Kurd, li ber Konseya Ewropayê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin. Hevserokê KONGRA GEL Kartal got, "Em dixwazin Ocalan bi temamî azad bibe."
ANF
STRASBOÛRG
duşem, 28 rezberê 2015, 15:17
Endamên 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî' û saziyên Kurd, li ber Konseya Ewropayê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin. Hevserokê KONGRA GEL Kartal got, "Em dixwazin Ocalan bi temamî azad bibe."
Endamên 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî' û saziyên Kurd ên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezarkirina polîtîkayên şer ên li Kurdistanê tên meşandin, li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ji bo 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
BEŞDARÊN ÇALAKIYÊ
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi beşdariya 16 Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropa û gelemperiya cîhanê tê lidarxistin. Fûat Kav ê beriya niha beşdarî greva birçîbûnê ya 52 rojan bû, Roza Rûbar, ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Mahmût Şakar ku di heman demê de parêzerê Ocalan e, nûnerê Federasyona Êzidiyên li Ewropayê Cahît Kaya, ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) Pîr Mûstafa Deprem, ji KCD-E Mûrat Ceylan, ji TJK-E Emel Gulo, endamên KNK Awûstralya Îsmet Serhat, Mahmût Kahraman, Ozer Coşkûn û Yûsûf Bêmal, beşdarên 1. Meşa Dirêj a sala 2012'an Vedat Kaya û Havîn Dêrsim, ji nûnerên KNK'ê yên Brukselê Şivan Zerdeştî, ji Ciwanên Azad Çekdar Botan, ji TEV-ÇAND'ê Emele Şengalî û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal tevlî çalakiyê bûn.
DOSYA PÊŞKÊŞÎ KONSEYA EWROPAYÊ HAT KIRIN
Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu" û wêneyên Ocalan hatin vekirin de, çalakgeran tîşortên bi nivîsa "em di greva birçîbûnê de ne" li xwe kirin. Çalakgeran belavokên bi zimanên Fransî, Elmanî û Îngilîzî yên danasîna Ocalan, belav kirin. Her wiha li ser tecrîda şidandî ya li hemberî Ocalan û polîtîkaya şer a li Kurdistanê tê meşandin dosyayek pêşkêşî Konseya Ewropayê hat kirin.
KARTAL: DIVÊ SEROK OCALAN AZAD BIBE
Çalakgerên greva birçîbûnê, danê vê sibehê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal daxuyanî da û diyar kir ku Kurdên di navenda Rojhilata Navîn a veguheriye derya xwînê de cih digirin, li aliyê eniya azadî û demokrasiyê ne. Kartal anî ziman ku Kurdên li dijî rejîma şer, dîktatorî, teokratîk û zordar têdikoş in, dixwazin bi dewleta Tirk re li hev bikin û têkoşîna xwe li ser bingeha siyaseta demokratîk bimeşînin. Kartal ragihand ku di vê oxirê de Ocalan ji sala 1990'î û vir ve hewldanên gelekî mezin nîşan daye û got, "Serok Abdullah Ocalan ê 17 sal in dîlgirtî ye û di hucreyekê de ji bo aştiyê têdikoş e, divê azad bibe."
'EM SOZA WAN TÎNIN BÎRA SAZIYÊN PÊWENDÎDAR'
Kartal da xuyakirin ku wan daxwaza ji bo azadiya Ocalan ji saziyên Parlamenta Ewropayê û CPT re ragihandine û got, "Weke çalakgerên Meşa Cenevre-Strasboûrg û greva birçîbûnê ya 52 rojan a beriya niha, me daxwazên xwe ji van saziyên pêwendîdar re ragihandibû û ji ber ku daxwazên me maqûl û watedar hatin dîtin, me navber dabûn çalakiya xwe." Kartal diyar kir ku saziyên pêwendîdar ên Ewropayê di vê mijarê de wezîfeya xwe bi cih neanîne, bi berpirsyarî ranebûne û anî ziman ku ji ber vê yekê, wan pêwîstî dîtine ji bo careke din sozên van saziyan bînin bîra wan, dest bi greva birçîbûnê bikin.
Kartal di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo gelê kurd, azadiya Ocalan nebe nabe. Daxwaza me ne tenê rakirina tecrîda li ser Ocalan e, em dixwazin Ocalan bi temamî azad bibe."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenter Ertûgrûl Kurkçu jî piştî hevdîtinên xwe yên li Konseya Ewropayê, çalakgerên greva birçîbûnê ziyaret kirin.