Ji bo azadiya Ocalan li Oslo kon hat vedan û îmze tên komkirin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyan li Oslo çalakiya komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan dan destpêkirin.

Kurdistaniyan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê, di navenda bajêr qada Egertorget cadeya Karl Johans gate de kon danîn û 3 rojan wê îmzeyan kom bikin û belavokan belav bikin.
 

Çalakî wê roja Înê û Yekşemê li Qada Egertorget  û roja Şemiyê jî li ber derê stasyona navendî ya Oslo, Jernbanetorget di navbera saet 12.00-18.00’an pêk were.
 
Di belavokê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyê, ku ti agahî jê nayê girtin û dewleta Tirk ev salek e destûr nade ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, agahî hatin dayin.

Her wiha bang li rayedar û saziyên Norwecê tê kirin ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan û daxwazên gelê Kurd bercavan bêne girtin.
 
Her çiqasî baranek dijwar heye jî çalakî bi eleqeyek mezin ji aliyê gel û turîstên ku di vir re derbas dibin, didome.