Ji bo Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya nameya bi wate

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sêrtê ji bo Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan name û 2 kolî pirtûk şandin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sêrtê ji bo Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan name û 2 kolî pirtûk şandin.

Welatiyên li gundê Miseynterê ya ji bo piştgiriyê bidin şervanê YPG/YPJ'ê nobeta berxwedanê digirin û welatiyên gund bi hevpar Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan vekirin. Piştgirî û eleqeya li hemberî pirtûkxanê û muzeyê her diçe zêde dibe. Ji van piştgiriyan yek jî ji girtiyên siyasî yên Girtîgeha Sêrtê hat. Girtiyan 2 kolî pirtûk şandin pirtûkxanê û her wiha nameyek ji xebatkarên pirtûkxanê û muzeyê re şandin. Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku ji bo yên di avakirina saziyan cih girtin û eleqedar dibin hezkirin, hurmet û spasîyê xwe pêşkêş dikin. 

EM BI XEBATA WE KEFXWEŞ Û KELECAN IN

Girtiyan di nameyê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û wiha di nameyê de nivîsîn di bûn: "Em bi serketina Kobanê pir kêfxweş û kelecan in. Em bawer in ku ev serketin wê bibe sedema serketina Kurdistana azad. Her wiha bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd. Me bihîst ku pirtûkxaneya bi navê Şehîd Arîn Mîrxan û Şehîd Kader Ortakaya hatiye avakirin. Bi rastî em vê yekê gelek keyfxweş bûn. Em avakar û xebatkarên vê pirtûkxaneyê bi dil û can silav û pîroz kikin. Her çi qas kêm be jî me ji bo pirtûkxaneya du kolî pirtûk şandin. Me xwest ku bi alîkariyekê tevlî vê xebatê we bibin. Herî dawî em hêvî dikin ku ev pirtûkxaneya hatiye avakirin wê bibe bingeha ilmê û zanyarî û xwe naskirinê. Silav û rêzên Apogerî. Girtiyên Girtigeha Sêrtê."