‘Ji bîranîna şehîdan re bersiva rast erka me ye’

Pir ji xwe bawer bû. Timî dixwest li qadên zor û zehmet pratîk bike. Bi cesaret bû û xwedî ruhekî fedayî bû.

Yek ji fermandara PKK’ê Rehîme di temenekî biçûk de tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistane dibe. Di nav partiyê de hê zêdetir li qada şer mezin bibû. 

Di demeke ku êrîşên dewleta dagirker a Tirk li hember ARGK’ê û gelê me zêde bûn, fermandar Rehîme di nav şer de bû. 

Pir ji xwe bawer bû. Timî dixwest li qadên zor û zehmet pratîk bike. Bi cesaret bû û xwedî ruhekî fedayî bû. 

Fermandar  Rehîme li herêma Zagrosan -di êrîşa hewayî ya dewleta dagirker û faşîst a Tirk de- tevlî karwanê şehîdan bû. 

Di her çalakiya li wê herêmê ya li hember artêşa dewleta dagirker de cih digirt. Fermandareke pir bi tecrûbe û ji wezîfeyên ji bo pêşerojê amade bû. 

Yek ji hevalên têkoşînê yên fermandar Rehîme Cûdî wer behsa wê dike: 

Di temenekî biçûk de tevlî nav refên gerîla bibû. Di nav partiyê de mezin bibû, hê zêdetir jî di qadên şer de. Di demên ku dijmin timî êrîş dikir, di demên şerê dijwar û çetîn de, hevala Rehîme bi hevrêyên xwe re di nav refên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK)’ê de li hember dijmin li ber xwe didin. 

Min hevala Rehîme li Cûdiyê nas kir. Dema min ew dît, hê zêdetir kenê zarokeke têkildarî pêşerojê xwedî hêvî li ser rûyê wê hebû. Heta ev rewş bi hevrêyên xwe re bi awayekî zêde dijiya. Li her cihê lê yekser dihat ferqkirin. Di hevrêtî û coşa xwe de pir li pêş bû. Timî di nav heyecanê de bû. Hevaleke wer bû ku di cihê xwe de nedisekinî. Lewma ji bo derdora xwe çavkaniya moralê bû. 

Jixwe bawer bû, timî dixwest li qadên zor û zehmet pratîkê bike. Timî li nuqteyekê nedima. Di nav hevalan de tevlî jiyanê dibû. 

Di nav partiyê de fêrî xwendin û nivîsandinê bibû. Her tim hewl dida di aliyê îdeolojiyê de xwe pêş bixe. Piranî pirtûka xwe digirt, diçû ser kevirekî û dixwend. Yanî hem dixwest xwe nas bike hem jî bi xwezayê re bibe yek. Dixwest xwe di felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de pêş bixe, û bi vî awayî di têkoşîna azadiyê de xwe hê zêdetir pêş bikeve. Bi dijmin û pergala  dijmin re di nav şerekî bi zanebûn de bû. Heman demê li hemberî kesayetên ji rastiya xwe û xwezatiya xwe qut bûne di nav têkoşînekê de bû. 

Li gel vê ji ber zîhniyeta bi serweriya zilam ku şer timî wek karekî zilaman hatiye dîtin, ev rewş di rastiya PKK’ê de bi temamî vala hatiye derxistin. Heval Rehîme jî di van mijaran de pir ji xwe bawer bû. Xwedî înîsiyatîf bû. Hewl dida şerekî pir xurt bide. Di van mijaran de qet xwe pasîf nedidît. Hê zêdetir hewldêr û pêşeng bû. Bi cesaret bû û bi rastî xwedî ruhekî fedayî bû.” 

“Stêrkan behsa saftiya li ser rûyê te dikir
Dişibiya te stêrk û hîv
Bi şevê re min destê xwe da hesreta te
Destên min xwe dirêjî dûrbûna te dikirin 
Ji bo bigihêjin te rêhevala xweşik”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya têkildarî şehîdan de wiha dibêje: “Ez li ser vî esasî careke din diyar dikim ku ji bo hemû şehîdên me pêşxistina nêzîkbûneke rast, ji bîranînên wan re bersiveke rast erkeke me ya bingehîn a Partiyê ye. Nirxên me yên pir mezin hene. Ji wan bi dehan ji bo teslîmî dijmin nebin gule yan jî bombeya dawî bi xwe de teqandin. Ev çavkaniyên bingehîn ên wêjeya şoreşgerî ya gelê me ne û divê li ser navê wan destan werin nivisîn. Ji bo ku jiyan bi serbilindi bibe, çavkaniyên herî mezin ên hêzê ne. Hêzên bingehîn ên hebûna me ne. Hûn ê vê wisa zanibin. Hûn ê li ser vî esasî bi misogerî wan di xwe de bidin jiyîn. 

Ev fermaneke Partiyê ye û bi rastî jî fermandarên bijarte ne ku em di bin emir û talîmatên wan de şer dikin. Berdevkê wesiyetên şehîdên me ez im û ez ê heya dawî jî hewl bidim ku vê wezîfeya xwe pêk bînim. Ez careke din weke wezîfeyeke we ye diyar dikim, hûn jî li ser vî esasî nêzî hemû şehîdan bibin û pêwîstiyên girêdana bi bîranînên wan re misoger di jiyana xwe de pêk bînin û zanibin bibin layiqî wan.”

Nasnav: Rehîme Cûdî 
Nav û Paşnav: Leyla Gengeç 
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1981/Mêrdîn 
Navê Dayikê: Hediye 
Navê Bav: Mehmet Şefik
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1991/Mêrdîn
Herêmên lê maye: Botan, Qendîl, Metîna Zagros
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2009/Zagros