Ji Bêrecûkê bi Geveriyan re piştgirî

Alîkariyên li navçeya Bêrecûk a Rihayê ku ji bo piştgiriya bi gelê Geverê ya ji ber êrîşên înkar û îmha yên AKP/Qesrê hate hilweşandin hatin berhevkirin, derket rê.

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, di encama kampanyaya piştgiriya bi gelê Geverê re alîkariyên ku hatin komkirin, derketin rê. Di çarçoveya kampanyayê de îro alîkarî ji aliyê rêveberên HDP’e û DBP’ê li kamyonek hate barkirin û ji bo bigihîne gel ji Komaleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Rojava re hate şandin. Alîkariyên di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê hatin komkirin ku gel eleqeyek mezin nîşan da, wê ji ser Komaleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Rojava bigihêje gel.

‘EM LI GEVERÊ XWEDÎ DERNEKEVIN DÎROK ME EFÛ NAKE’

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Bêrecûkê Yûsûf Yeşîltepe têkîldarî kampanyayê axivî, anî ziman ku Gever li rûmeta xwe xwedî derketiye û li beramberî vê hilweînê jî piştgiriya bi gelê Geverê re pêwîstiyek e. Yeşîltepe diyar kir ku kampanyaya li ser navê pişgiriyê dane destpêkirin wê dewam bike, got: “Îro pêdiviya Geverê bi me heye. Eger îro em li Geverê xwedî dernekevin, wê dîrok me efû neke. Li dijî vî şerê qirêj ê rejîma AKP’ê ku li hember têkoşîna mafdar a gelê Kurd daye destpêkirin, em tenê dikarin bi pişgiriyê rawestin. Kampanyaya me wê bênavber bidome. Em ê jî cihê xwe li cem gelê xwe bigirin.”

Yeşîltepe, ji bo pêçana birînên gelê Geverê bang li tevahî derdorên hestyar kir ku xwedî li Geverê derkevin û pişgiriyê bidin kampanyayê.

...