Ji ber li Minbicê têk çûn, êrîşî Qamişloyê kirin

Parlamenterên YNK-Tevgera Goran û Yekgirtû bal kişandin ku êrîşa li Qamişloyê divê wek encama têkçûna DAÎŞ’ê ya li Minbicê bê nirxandin, bang li tevahî Kurdan kirin ku xwedî li Qamişloyê derkevin.

Parlamenterên YNK-Tevgera Goran û Yekgirtû bal kişandin ku êrîşa li Qamişloyê divê wek encama têkçûna DAÎŞ’ê ya li Minbicê bê nirxandin, bang li tevahî Kurdan kirin ku xwedî li Qamişloyê derkevin.

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Azîz Şukur diyar kir ku wek Tevgera Goran êrîşa li Qamişloyê bi tundî şermezar dikin, destnîşan kir ku wê wek partî bi tevahî derfetên xwe ve li cem gelê Qamişlo cihê xwe bigirin.

DAÎŞ Û PIŞTEVANÊN WAN LI QAMIŞLOYÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIRIN

Şukur bi bîr xist ku êrîşên bi vî şêwazî wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurd bigirin, wiha pê de çû:

 “Pêwîst e gelê Kurd li beramberî van êrîşan yekgirtina xwe hê xurttir bike. Em encax bi xurtkirina yekîtiya xwe ve dikarin êrîşên pêş bikevin rawestînin. DAÎŞ û piştevanên wan her ku têkçûna xwe ya li hember têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibînin hê zêdetir har dibin. Lê, divê her kes vê baş bizan ti êrîş wê nikaribe li pêş vê têkoşînê bibe astengî. Lê divê baş bê fêmkirin, yên li Qamişloyê êrîş kirin û her wiha yên piştevaniya vê kirin, li beramberî gelê Kurd sûcê mirovahiyê dikin.

JI BER DAÎŞ LI MINBICÊ DIŞKÊ LI QAMIŞLOYÊ ÊRÎŞ DIKE

Parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Ferhat Qadir jî destnîşan kir ku êrîşa li Qamişloyê bêçarebûna DAÎŞ’ê ya li Minbicê têkçûnek mezin dît û piştevanên wan nîşan dide, wiha dom kir; “Ev êrîşana nîşan didin ku bê ka DAIŞ û piştevanên wan li beramberî têkoşîna gelê Kurd çiqasî şikestine û ber bi tasfiyeyê diçin. Gelê Kurd û Rojava, bi operasyona Minbicê ve derbeyek gelekî mezin li DAÎŞ’ê dan. Ji ber vê yekê, êdî DAÎŞ û piştevanên wê têkçûna xwe dibînin. Lewre jî hê zêdetir êrîşkar dibin.”

Qadir bang li tevahî Kurdan kir ku li dijî van êrîşan divê yekgirtina xwe hê xurttir bikin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her em yekgirtina xwe xurttir bikin, wê êrîşên bi vî şêwazî hê leztir vala derkevin û gelê me wê azadiya xwe bi dest bixe. Ez bang li gelê Başûr jî dikim ku li cem gelê Rojava cihê xwe bigirin. Ji ber ku êrîşa li wir esas êrîşek li ser me ye.”

TERORÎST WÊ LI ROJAVA TÊK BIÇIN

Parlamenterê Yekgirtû Îslam Ebûbekîr Omer Abdûllah jî li beramberî êrîşa Qamişloyê bertek nîşan da, ji tevahî gelê Kurd re sersaxî xwest, bal kişand ku tevî ewqas bêderfetiyan jî gelê Rojava têkoşînek bi heybet ji bo azadiyê didin û diyar kir ku ruxmî hemû êrîşan jî gelê Rojava wê teqez bi ser bikeve.

Abdûllah gotinên xwe bi vî şêwazî bi dawî kir: “Ez bawer im ku wek heta niha çawa çêbû, wê ji niha û şûn de jî Rojava li dijî van êrîşan li ber xwe bide û bi tevahî gelan re di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de bigihêje serkeftinê. Em wek Yekgirtû Îslam radigihînin ku heta dawiyê li cem gelê Rojava li dijî terorsîtan cihê xwe digirin.”

...