Ji BDP’ê giştînameya greva birçîbûnê

Ji BDP’ê giştînameya greva birçîbûnê

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş der barê grevên birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 64’emîn de giştînameyek ji hemû rêxisitnên bajar û navçeyên partiya xwe re şandin.

Hevserokên Giştî yê BDP’ê giştînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan ên partiya xwe re şandin û diyar kirin ku helwesta hukûmeta AKP’ê rîska rûbirûbûna mirinê zêdetir kiriye û cih da plansaziya rêzeçalakiyan.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN GIRSEYÎ

BDP’ê bal kişand ser helweta hukûmeta AKP’ê û diyar kir ku rîska rûbirûbûna mirinê zêdetir kiriye. BDP’ê got; “Li gel bihîstyariya raya giştî ya neteweyî û navneteweyî, helwesta bi heybet û fedekar a xwedîlêderketina gelê me, tu pêngaveke şênber nehatiye avêtin û ev yek jî hişt ku heta niha greva birçîbûnê bi dawî nebe.”

Hevserokên BDP’ê dan zanîn ku pêngavên ji bo pêkanîna daxwazên “maqûl û rewa” yên girtiyan bi asta xwedîlêderketina gel ve girêdaye û got: “Ji bo pêşwazîkirina daxwazên zêde yên bi awayê “Em jî dixwazin dest bi greva birçîbûnê bikin” yên ji endamên partiya me û gelê me tên hewldaneke me çêbûye.”

Li gorî giştînameyê dê greva birçîbûnê ya girseyî bê lidarxistin. Hevserokan ji bo plana greva birçîbûnê ya girseyî ya 48 saetan, 17-18ê mijdarê diyar kirin û gotin: “Bi dirûşima ‘Ji deh hezaranên li derve, ji bo dehhezarên di girtîgehan de destek” dê pêk bê. Rêxistina her navçe û bajaran ên partiya me dê li gorî xweseriya xwe plana xwe ya greva birçîbûnê deynin û dê bi pêşengiya partiya me pêk bê.

Ev çalakî roja şemiyê saet di 10.00’ an de bi awayekî hevdem dê bi daxuyaniyên çapemeniyên ku pêk werin de bên destpêkirin. Bi taybetî di mijara provakasyonan de hişyarî hat kirin û hat diyarkirin divê gel neyê provakasyonan. Her wiha hate xwestin ku divê zarok, kal û pir û nexweş teqez nekevin grevan.

MEŞ Û VEMIRANDINA LAMBEYAN

Hate diyakirin ku bi dirûşmeya ‘ji bo çareseriyê tu jî deng bide’ çalakiyên vemirandina lambeyan hatibû destpêkirin bila bidomin û wihahat gotin: “Her êvar di saet di 19.00’an de çalakiya vemirandina lambeyan û lêdana amûrên ku deng derdixin li gorî ku bila hestiyarî ava bibe û divê ev çalakiyên raperîna sivîl belav bibin.”

Di giştînameyê de bang hate kirin ku divê her şev gel saet di 19.00’an de derkevin derve û piştigriyê bidin çalakiyê.

Dîsa hate diyarkirin ku Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş roja şemiyê dê biçe Wanê û rojek piştre jî derbasî Muşê bibe û tevlî mitîngan bibe.

LI BER GIRTÎGEHAN ÇALAKÎ

Her wiha hate xwestin kul i ber girtîgehan çalakiyên runiştinê pêk werin û divê meş awayekî bi hêztir bên plankirin û domandin.