Îdrîs Balûken ê HDP'yî diyar kir ku AKP'ê zemîn ji hewldana sûîqesta li dijî Demîrtaş re amade kirine. Balûken da zanîn ku ev 5 meh in li ber destê dewletê agahiya sûîqestê heye û got, "Li şûna tedbîrê bigirin, heta ji wan tê, bingehê amade dikin." Balûken ragihand ku Ocalan ji wan û ji gel xwestiye ku xwe biparêzin. Balûken destnîşan kir ku piştî hewldana komkujiyê ji hikûmetê kes li wan negeriyane.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, hewldana sûîqestê ya li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji ANF'ê re nirxand.
'WALÎTÎ DIXWAZE SER WÊ BINIXUMÎNE'
Balûken ragihand ku hemû agahî û delîlên li ber destan nîşan didin ku hewldaneke sûîqestê hatiye kirin û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê ya li ser mijarê da. Balûken got, "Daxuyaniya Walîtiyê, ku hînê encamên krîmînal aşkera zelal nebûbû da, asta cidiyeta dewletê radixe pêş çavan! Bi vê daxuyaniyê re xwestiye ser bûyerê bigire. Encam hînê zelal nebûye. Encam ji aliyê emniyetê bê zelalkirin jî, wê pêwîstî pê hebe ku li deverên cuda jî bên lêkolînkirin."
'EV 5 MEH IN DEWLET DIZANE KU WÊ SÛÎQEST BÊ KIRIN'
Balûken got, "Li cama pişt a wesayîtê, li cihekî ku karibe Hevserok bikuje, cama fîşek tê re derbas nabe, şikestiye. Nepêkane ku ev yek bi cismekî cuda hatibe kirin. Em vê bûyerê bi awayekî cidî lêkolîn dikin."
Balûken bibîr xist ku li Farqînê jî, bi armanca kuştinê êrîş li hemberî Hevseroka wan Fîgen Yuksekdag hatiye kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev 5 meh in agahî li ber destê hikûmetê heye ku wê li hemberî hevserokên me û wekîlên me sûîqest bê kirin. Tevî vê yekê jî dewlet li şûna ku tedbîrê bigire, me hedef nîşan dide. Tevî agahiyên li ber destê dewletê, rûdana bûyera duh bi ti awayî nayê qebûlkirin."
'EM Ê KARIBIN BI NERAZÎBÛNA CIVAKÎ PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'
Balûken da zanîn ku Serokkomar Erdogan û AKP'ê pişta xwe sipartine şer û konsepta şer û got, "Erdogan û AKP, li ser zemîna konsepta şer me hedef nîşan didin. Hêzên dewletê yên ku ji van cesaretê digirin, li nava kolanan bi armanca kuştinê êrîşî wekîlên me, hevserokên me dikin. Heta ku ev feraset neyê şikandin, nepêkane ku mirov xwe ji xeteriyên Tirkiyeyê bixe nava şerekî navxweyî rizgar bibin."
Balûken da xuyakirin ku divê hemû derdorên hestyar nerazîbûneke xurt nîşan bidin û da zanîn ku ji aliyê civakî ve hevparîbûnek çê bibe, bi xurtkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê re li hemberî vê feraseta xetere têkoşîn bê meşandin.
'BIRÊZ OCALAN XWESTIBÛ EM TEDBÎRÊ BIGIRIN Û XWEBIPARÊZIN'
Balûken ku di heman demê de di nava Heyeta Îmraliyê de cih digire anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî êrîş û sûîqestan her tim ew hişyar kirine û got, "Birêz Ocalan dixwest ku rêveber, hevserokên partiyê, endamên heyetê, girîngiyê bidin ewlekariya xwe û ji gel jî dixwest ku li hemberî êrîşên tund tedbîrên xweparastinê bigire. Ev hişyariyên ku Birêz Ocalan kir, niha baştir tê fêmkirin ku çiqasî girîng e."
'HIKÛMETÊ NEGOT 'DERBASBÛYÎ' BE
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da zanîn ku piştî hewldana sûîqestê ji hikûmetê ti kes li wan negeriya ne û negotina 'derbasbûyî' be.