Ji artêşa Tirk gefa 'Em ê gundê we bişewitînin'

Ji artêşa Tirk gefa 'Em ê gundê we bişewitînin'

Operasyona li sêgoşeya Mûş, Çewlîk û Amedê dest pê kir berdewam dike û leşkeran gundên girêdayî Mûşê dorpêç kirin. Gundiyan diyar kir ku ji bo ew gundên xwe terk bikin rastî gefan tên. Li aliyê din endamên malbata Acar ên 3 roj tu agahiyên ji xizmên xwe nagirin çûn herêma operasyonê hatin astengkirin.

Operasyoan piştî gerîlayên HPG'ê Serokê Rêxistina AKP'ê yê Pasurê Veysel Çelîk binçav kirin, 4 roj berê hate destpêkirin berdewam dike. Hate îdîakirin ku welatiyên li gundên Zovark, Reyîl, Darbî û Badînek ên girêdayî Mûşê ji bo gundan vala bikin rastî gefan hatin.

Gundiyan diyar kir ku heke gundan vala nekirin rastî gefa dê gundan bişewitînin hatin û bang bihestiyarê kirin. Hate ragihandin ku ketin û derketina gundan hate qedexekirin û hemû xetên ragihandê jî hatin qutkirin. Xizmên gundiyan ên li navenda Mûşê dijîn jî ji ber vê yekê ji xizmên xwe bi guman in xwestin ku qedexeya li ser gundan bê rakirin.

Li aliyê din xizmên Hamît, Kiymet û Hakki Acar ên 3 roj berê çûn herêmê û tu agahî ji wan nayê girtin ber bi herêmê ve çûn hatin astengkirin. Xizmên windayan ji aliyê cerdevanan ve hatin astengkirin. Xizmên windayan ji bo serî li Fermandariya Alaya Mûşê bidin çûn alayê.