Ji artêşa Tirk bombebaran û tevgera hewayî

Êrîşên artêşa Tirk ên bi hawan û obus û tevgera hewayî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Êrîşên artêşa Tirk ên bi hawan û obus û tevgera hewayî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk de agahî da.

Li ser êrîşên bi hawan û obusan HPG'ê ev agahî da:

"Ji 21'ê Sibatê saet 23:00 heta 22'ê Sibatê (îro) heta saet 04:00, ji Girê Mamreş û Qereqola Girana yên li navçeya Colemêrg Şemzînanê, ku di bin kontrola artêşa TC de ye, qadên Tepê Ronahî û Mêrgê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Her wiha li ser qada Adilbeg a navçeya Şemzînanê, di 22'ê Sibatê (îro) saet di navbera 04:00 - 05:30 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, keşif kirine."

HPG'ê da xuyakirin ku duh li Heftanînê tevgera balafirên şer hebû û got, "Di 20'ê Sibatê saet di navbera 22:30 û 00:00 de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Heftanînê di nava tevgerê de bûn.

Di 21'ê Sibatê saet di navbera 00:30 - 02:30 û di 22'ê Sibatê (îro) saet di navbera 00:00 - 04:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, li ser xeta Heftanînê keşif kirin. Her wiha li herêma Zapê jî di 21'ê Sibatê saet di navbera 12:30 û 13:00 de tevgera balafirên şer hat tespîtkirin."