Tu agahî ji 3 endamên malbata Acar yên 2 roj berê çûn herêma Şenyayla ya Mûşê ya ku operasyonê lê pêk tê agahî nayê girtin.
Li gorî agahiyan; Hamît Acar, Kiymet Acar û Hakki Acar ji bo ku zeviyên xwe yên li herêma Şenyayla biçînin çûn herêmê tu agahî ji wan neyê girtin. 3 kesên berî operasyonê çûn herêmê tu agahî ji wan nayê girtin. Xizmên wan jî bo agahiyekê ji wan bigirin xwestin bicih herêmê lê leşkeran bi hinceta li herêmê operasyon heye destûr nedan.
Hamît Acar û kurê wî Mezher Acar, diyar kir ku ji bo agahiyekê ji malbata xwe bigirin xwestin biçin herêmê lê leşkeran ew asteng kirin. Acar, anî ziman ku malbata wî windaye û heke tişte bi serê malbata wî bê berpirsiyarê vê yekê rayedarên leşkeranin.