Bavê Herdem Kizilkaya ya ku ji 12yê îlonê ve di greva birçîbûnê de û di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê de tê ragirtin, Şurku Kizilkaya diyar kir ku daxwaêzn zarokên wan daxwazên wan in û xwest daxwazên zarokên wan di demek zû de bên qebûlkirin. Malbata Demîr a ku li Manîsayê jî dijiya ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê û keça xwe Sêvê Demîr a di grevê de hatin Amedê û li wir bi cih bûn.
Şukru Kizilkaya yê 62 salî 12ê îlona 1983yê hate girtin û wehşeta wan salan a Girtîgeha Amedê dîtiye. Çîroka xwe û çeka xwe ya ku piştî 29 salan dest bi greva birçîbûnê kir vedibêje û hesirên çavên wî diherikin. Keça wî Herdem Kizilkaya di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.
Kizilkaya da zanîn ku ew û keça xwe du nifşan temsîl dikin û got: “Gava ez hatim girtin herdem 6 salî bû. Nû li dibistana seretayî dihat tomarkirin. Gava ez girtî bûm her dim dihat hevdîtinê. Hate hemû hevdîtinan. Jixwe wê deriyê girtîgehê dîtibû û zilmê ji bîr nekir. Me di girtîgehê de çiqas zilmê didît, malbata me jî li derve ewqas zilm didît.
Kizilkaya ragihand ku ew 12ê îlona 1983yê li Bayindirê dixebitî û wê demê hatiye binçavkirin, 63 rojan di îşkenceyê de ma û paşê ew birine dadgehê. Got: “Dema wê wehşetê bû. Ez di girtîgeha jimare 5 a Oktay Yildirim de mam. Min gelek îşkence dît. Mesele heta niha jî di guhê min de pirsgirêk heye. Li ser laşê min şopên îşkenceyê hene. Hevsera min bi tirkî nedizanî, ez pêre bi Tirkî diaxivîm, lê hevsera min bi Kurdî bersiv da. Ji ber wê jî bi potsalaln li min min xistin. Neynikên min avêtin.”
HERDEM DIXWAZE MORALÊ BIDE ME
Herdem Kizilkaya ya 33 salî ji 12yê îlonê ve di greva birçîbûnê de ye û piraniya jiyê xwe di girtîgehan de bihûrand. Gava di qada legal de xebatên partiya siyasî dimeşand, gelek caran hate girtin. Bavê Herdemê Şukru Kizilkaya wiha behsa keça xwe dike: “Herdem beriya niha 8 mehan di girtîgehê de ma û piştî 8 mehan serbest hat berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket, ji endamtiya rêxisitnê hate girtin û 8 sal û nîv di girtîgehê de ma. Sala 2004 ji ber sererastkirineke yasayî serbest hat berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket, dest bi xebatên partiya legal a siyasî kir. Keça min di BDPê de xebitî. Piştî ku hate girtin vê carê ew şandin Girtîgeha Midyadê. Salek li vir ma û piştre dadgehkirin dest pê kir. Ev bûn sê sal hê dor nehatiye parastina keça min. Em nizan dê kengî dor bê. Gava ew û hevalên wê peyvek tenê jî bi kurdî diaxivin, mîkrofon tên girtin. Binêrin, nahêlin keça min bê mîkrofonê jî biaxivin. Ger destûr bidin parêzer dê wergerîne.”
Kizilkaya da zanîn ku ew her rojên duşemê diçe serdana keça xwe û diyar kir ku roj bi roj keça wê li ber çavên wê dihele. Da zanîn ku Serokwezîrê Tirk Erdogan dibêje ‘şowê dikin’ û nerazîbûnek tund nîşanî vê daxuyaniya Erdogan da û got: “Ka şow li kû ye? Her duşeman diçim keça xwe bibînim. Heta hestiyên wê jî heliyane. Ger ev zarok di greva birçîbûnê de nemirin, dê ji ber nexweşiyan bimirin. Ez carna ji xwe re dibêjim, xwezî ez neçûbam û min nedîtiba. Heta keça min moralê dide min. Ji bo em xemgîn nebin. Ez weke kesek ku di girtîgehê de mame, ez wana fêm dikim û dibînim...”
GER LI PIŞT DÎWÊR BIRÇÎTÎ HEBE...
Şukru Kizilkaya ku bavê çar zarokan e , got ku ew qet di xaniya xwe de runane, her careke dibeze ser şaneşînê û li girtîgehê dimeyzîne û wiha didomîne: “Ew keça yekane û biçûka malbatê ye. Ji bo em piştgriyê bidin zarokên xwe yên di grevê de, çi destê me bê em ê bikin. Ger zarokên wan 66 rojan li pişt dîwaran birçî bin, kîjan bav û dayik dê li mala xwe rehet rûne û xwarine bixwe?”
Kizilkaya da zanîn ku her çendî pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, lê ew ê ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi greva birçîbûnê bikin. Kizilkaya destnîşan kir ku hukûmetê ji bilî vê yekê tu rêyek din nehiştiye û dibêje: “Ez ji Serokwezîr dipirsim. Ger zarokên te danek xwarinê nexwe, tu dê danê din çi bikî?”
JI BO ZAROKÊN XWE MALA XWE MANÎSAYÊ ANÎN AMEDÊ
Li aliyeke din malbata Demîr a ku li Manîsayê dijiya, bi armanca piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 66’emîn hate Amedê û li cem xizmên xwe bi cih bûn. Keça wan Sêvê Demîr ku di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê de ye ji 12ê îlonê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de ye. Malbat ji bo piştgiriyê bide girtiyan mala xwe ji Manîsayê anîn Amedê.
Beriya demekê tevî Parlementera BDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Şebnem Sonmez, Lale Bakirezer, Berat Gunçikan, Ayça Oner, Nilgun Yurdalan, Nîmet Tanrikûlû, Nûray Sancar û Işil Ozgenturk, gelek hunermend, parêzer, akademîsyen, feminîst û rojnamevan çûbûn serdana malbatê.