Îşkenceya 'tekmîlê' li girtiyan tê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, ji ber ku pêkanîna tekmîlê ya li ser wan tê ferzkirin qebûl nakin, nayên tedawîrkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rêveberiya girtîgehê ji ber vê yekê nehiştine girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, ji ber ku sîstema 'tekmîlê' ya ji dema darbeyê ya Kenan Evren maye qebûl nakin, nayên tedawîkirin. Girtiyan di hevdîtina heftane de agahî dan xizmên xwe û diyar kirin, li ser girtî û hikumxwaran ku yên bi nexweşiya giran jî di nav de hene, sîstema 'dayîna tekmîlê' hatiye ferzkirin. Girtî li hemberî vê derketin, lê vê carê jî rêveberiya girtîgehê sewqa wan a nexweşxaneyê asteng kir.

Girtiyên ku yên bi nexweşiya giran jî di nav wan de hene, ev çend roj in nayên dermankirin. Girtiyan dan xuyakirin, ku ew ê vê pêkanînê qebûl nekin.