Îro jî bi sedan Minbicî hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin, bi hewldanên xwe yên gelekî hesas, îro jî 300 sivîl ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin û derbasî herêmên ewle kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin, bi hewldanên xwe yên gelekî hesas, îro jî 300 sivîl ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin û derbasî herêmên ewle kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku duh nêzî 4 hezar 500 welatiyên sivîl ên Minbicê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, îro danê sibehê 300 welatiyên din ku piraniya wan jin û zarok in, rizgar kirin.
Welatiyên ji taxa Neîmî, Xaçerêya Cizîrê, Xaçerêya Bîraz û Pira Bîraz hatin derxistin, alav û tiştên xwe yên malê jî bi xwe re derxistin.
Şervanên Minbicî, tedbîrên ewlekariyê girtin û ev welatî gihandin cihên aram û bi ewle. Li wan qadên azad Meclîsa Sivîl a Minbicê bi wan re mijûl dibe û xwedî li wan derdikeve.
Jinên ku hatine rizgarkirin dema gihîştin van qadên azad, cilên reş ên DAIŞ'ê bi zorê li wan kiribûn, ji xwe kirin.